Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin 2021-12-05 09:05:03   ÊLIH - Parêzer Rengîn Ergul, anî ziman ku diviyabû çawîşê pispor Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û ji ber wî Îpek Erê xwe kuşt bihata girtin û got: "Pêşî em ê ji bo darizandina wî ya bi şertê kontrola edlî îtiraz bikin û bi dû re serî li îstinafê û Dadgeha Bilind bidin."    Doza çawîşê pispor Mûsa Orhanê ku li Sêrtê tecawizî Îpek Erê kiribû û ji ber wî Îpek Erê xwe kuştibû, li Dadgeha Cezayê Giran 1'ê ya Sêrtê bi dawî bû. Dadgehê pêşî 12 sal ceza li Mûsa Orhan bi dû re bi hinceta ku tevli danişînê bûye cezayê wî kêm kir û bi giştî 10 sal ceza lê birî. Her wiha dadgehê bi hinceta ku gumana ku Mûsa Orhan bireve tune ye, derbarê wî de tevdîra kontrola edlî da.    ‘FAIL HAT PARASTIN'   Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Rengîn Ergul, biryara dadgeha herêmî nirxand.   Ergul, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Di bûyerên bi vî rengî de divê fail bi awayekî girtî bê darizandin. Raporên Saziya Tiba Edlî (ATK), nameya Îpek Erê û beyanên wê li holê ne. Lê dîsa jî ev kes bi awayekî girtî nehat darizandin û dadgehê biryara girtinê neda. Mutalaaya dozger jî esas nehat girtin. Dozger di danişîna berê û di danişîna biryarê de xwest Mûsa Orhan bê girtin. Lê dadgehê di negirtina wî de israr kir. Di warê hiqûqî de tu îzahiyatek vê tune ye. Daraza mêr ya ku girtiyekî nexweş û 70 salî didarizîne, li vir biryareke ji bo parastina kiryarê biunîforma da."    ‘EM Ê DOSYEYÊ BIŞOPÎNIN'   Ergul, destnîşan kir ku piştî serlêdana Îpek Erê, di muayeneya li ATK'ê hat eşkerekirin ku êrişeke zayendî hatiye kirin û wan di danişîna dawî de hemû kêmasî temam kirine û rapor berpêşî dagehê kirine, lê belê dîsa jî Orhan nehatiye girtin.    Ergul got: "Dadgehê cezayê wî ji 12 salan daxist 10 salan. Lê di darizandina mêran de divê texdîr neyê pêkanîn. Kesekî ku êrişeke wiha kiribe, negirtina wî talûke ye. Biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt hat dayîn. Pêşî em ji bo biryara kontrola edlî îtiraz bikin. Paşê em ê serî li îstinafê û Dadgeha Bilind bibin. Ji bo cezayê herî giran li fail bê birîn, em ê heya dawiyê dosyeyê bişopînin."    MA / Fethî Balaman