Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe 2021-12-05 13:39:43   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku rapora "Ji Xizaniya Jinê re Na" aşkera kir, bang li hemû partiyan kir ku nûnertiya wekhev bikin rêznameya partiyên xwe.   Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP Ayşe Acar Başaran bi tevlibûna endamên Komîsyona Jinan û parlamenteran  li avahiya giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rapora xwe ya derbarê Kampanya "Ji Xizaniya Jinê re Na" de aşkera kir.   Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, di daxuyaniya xwe ya raporê de bi bîr xist ku 5'ê kanûnê salvegera naskirina mafê bijartin û hilbijartinê ya jinan a li Tirkiyeyê ye. Başaran, diyar kir ku di 87 salên derbasbûyî de mafên jinan nayên qebûlkirin û wiha got: “Em weke HDP ne partiyeke ku qaşo hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev diparêze ne. Em bang li hemû partiyan dikin ku nûnertiya wekhev li rêznameyên xwe zêde bikin û nûnertiya wekhev hem di  pratîkê de û hem jî di fermîbûnê de be.”   QRÎZA ABORÎ Û JIN    Başaran, bal kişand ser rêjeya dolarê ku her diçe zêde dibe û destnîşan kir ku dolar gihîştiye 13,70 TL. , welatî her ku diçe zêdetir ber bi xizanî û birçîbûnê ve diçin û got, "Rêbazên çareseriyê yên hikûmetê ji bilî kûrkirina krîzê û zêdekirina dolar ya ji bo  alîgirên xwe, tu tiştekî din bi xwe re naynin. Jjinên kedkar, kedkar û ciwan berdêla herî giran a krîzê ya ku kûr dibe didin, êrîşên li ser maf û destkeftiyên jinan jî berdewam dikin. Herwiha  şîdet û qirkirina jinan berdewam dike.”   411 JIN HATINE QETILKIRIN    Başaran, diyar kir ku heta 23'ê mijdara 2021'an li gorî daneyên fermî 251 jin hatine qetilkirin. Başaran, anî ziman ku di daneyan de hejmara jinên ku întîhar li wan hatiye ferzkirin û jiyana xwe ji dest dane, yên  hatine windakirin jî tune ne. Başaran, bal kişand ser cihnegirtina Gulîstan Doku û Îpek Er ku di hejmara fermî ya jinên hatine qetilkirin de û wiha berdewam kir: “Kubra Ekin hîna winda ye û wekî Gulîstanê ku li bajarê bi kamerayan dorpêçkirî hat windakirin tu agahî ji wê jî tune ye. Li gorî daneyên saziyên jinan, di 11 mehên destpêkê yên sala 2021’an de 411 jin di encama şîdeta mêran de hatine qetilkirin.  Ji ber ku qanûn jinan naparêz jin bê parastin tên hiştin. Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku întîhar bike, sepandina tevgera baş cezayê wî hat 10 salan hat daxistin. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê tundî û qetlîamên li ser jinan tên rewakirin. Di nava pakêtên darazê de qanûnên ku jinan paşguh dikin hene û qanûnên ku jinan diparêzin tune ne."   25'ê MIJDARÊ    Başaran, diyar kir ku ne biyaniyên polîtîkayên dijiminê jinan e û got ku ew baş dizanin ku ev dewlet çawa mêrên şîdetê li hemberî jinan pêk tînin bi qanûnên înfazê ku derdixe diparêze. Ayşe wiha berdewam kir, "Em di 25'ê Mijdarê de jî li hemberî şîdeta li jinê li qadan bûn. Em ê rêxistin û têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî îqtîdara yek kesî hevkariya jinan bi hêz bikin."   'DI BUDÇEYÊ DE NAVÊ JINAN TUNE YE'    Başaran, diyar kir ku îqtîdar her ku fersendê dibîne êrîşî jinan dike û ji bo ku jinan li dervî aboriyê bihêle jî çi ji dest tê dike. Ayşe anî ziman ku ji plana pêşketinê gotina 'zayenda civakî2 hatiye derxistin û berdewam kir, "Weke ku hûn jî dizanin pêvajoya butçeya ku demeke dirêj di komîsyonê de dihat nîqaşkirin bi dawî bû û wê di 6'ê Kanûnê de bînin Lijneya Giştî ya Meclisê. Wek her sal navê jinê jî di budçeya mêran de cih nagire. Bûdçeya hatî amadekirin xizmeta şer, rantê û kapîtalîzmê dike. Ev budçe ne ji bo gel e, ne ji bo jin, ciwan, zarokan; Ew bûdceya hikûmetê û alîgirên wê ye. Em jin erêkirina vê butçeyê qebûl nakin. Her ku xizaniya jinan kûr bibe, em ê butçeya ku ji aliyê vê hikûmetê ve hatiye amadekirin qebûl nekin."   HEVDÎTINÊN KIRINE    Başaran, bi lêv kir ku di 5'ê nîsanê de wan kampanya "Ji bo jinan Adalet" û hevdîtina jinan a "Ji Xizaniya Jinê re Na" dane destpêkirin û got ku wan di çarçoveya kampanyayê de serdana 18 bajaran kirin. Başaran,,got ku 13  hezar û 550 kîlometre rê çûne û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Di vê çarçoveyê de armanca me ya sereke di hemû çalakî û civînên ku em li dar dixin ev e; em guh bidin xizanî û binpêkirina kedê ya li jinan tê ferzkirin û li her derê em gotina wan bidin bihîstin. Em bi karkerên çandiniyê yên demsalî, karkerên tekstîlê, jinên ku hewl didin debara xwe bikin re hatin cem hev. Me bi platformên jinan ên li bajaran re hevdîtin kir. Me bi jinên astengdar re li ser pirsa 'Em ê çawa jiyaneke bê asteng ava bikin' civîn li dar xistin. Li hemberî butçeya mêr a ku ji aliyê tifaqa mêran a AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin, me bi saziyên cuda yên jinan re hevdîtin kir."   'LI HER CIHÊ EM BÛN DENGÊ JINAN'   Başaran, got ku ew li tax, gund û li malan bi jinan re hatine gel hev û ji jinan pirsîne ku ji bo keda wan ê dîtin dikarin çi bikin û wiha berdewam kir, "Me pirsgirêkên jinan, zehmetiyên wan ên aborî û binpêkirina keda karkeran ji jinan guhdar kir. Me encamên her hevdîtineke xwe bi raya giştî re parve kir. Me di civînên komên xwe yên li Meclîsê, di lêkolîn û pirsnameyên xwe de û di axaftinên Civaka Giştî de dengê jinan li her derê da bihîstin. Li vir em rapora xwe ya li ser xizaniya jinan a ku ji van hemû civînên ku me li vir pêk anîne bi we re parve dikin."   Piştî axaftina xwe Başaran, kîteyên hevdîtina kampanyayê parve kirin û got ku wê kampanya wan bi bernameyên cuda berdewam bike.