Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin 2022-05-23 14:14:28   ÎDIR - Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû û 3 kesên pê re hatin binçavkirin.    Li gundê Karagaç ê Îdirê, duh zilamê bi navê Mahsûn Abakay (24) jina bi navê Pinar Kizil (24) birîndar kiribû. Abakay, Kizil birîndar hiştibû û ji cihê bûyerê reviyabû. Li ser bihîstina dengê çekê ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin û Kizil rakiribûn nexweşxaneyê. Piştre Kizil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Abakay û 3 kesên pê re li gundê Aşagı Erhanci yê Îdirê hatin binçavkirin.