116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-11-28 11:36:06   STENBOL - 116 jinên di 25’ê Mijdarê de li Rihtima Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin û Meclisên Jinan, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de li Kadikoy a Stenbolê hatin ba hev û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsên ku biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê weke hincet nîşan dayîn, jin dorpêç kirin û ketin û derketina qadê astengkirin.    Gelek jinên ku digotin ew biryara qedexeyê nas nakin, bi dirûşma “Ne ji bo jinan lê ji bo kujeran barîkatan deynin” ketin qadê. Jinan, pankarta “Em ê bi têkoşîna xwe cîhaneke bêtundî û bêkedwarî bi dest bixin” vekirin û rastî êrişa polîsan hatin. Di encama êrişê de 116 jin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Jinên ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, piştî kar û barên îfadegirtinê jî hatin berdan.