Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn 2022-11-29 09:49:53   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatin binçavkirin.