Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn 2023-03-20 13:48:39 MÊRDÎN - Dadgehê cezayê muebedê yê girankirî li kujerê Pakistan Demîr, Mehmet Emîn Oner birî.    Li gundê Zergana bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve di 16’ê îlona 2022’yan de Pakistan Demîr (34) ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve bi îdiaya ku “şalpeyê ji serê xwe kiriye” qetil kiribû. Ji sûcê “kuştina bi qestî ya jin û hevjînê” doz li Oner hat vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyada Mêrdînê hat lidarxistin. Malbata Demîr û parêzerên endamên baroyên Mêrdîn, Êlih û Amedê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Şahmaran û endamên Komeleya Jinan a Rosa û HDP’ê tev li danişînê bûn. Bersûc Oner di danişînê de amade bû. Parêzerên her dua liyan jî tev li bûn.    Parêzerên malbata Demîr xwest ceza li kujer bê birîn. Dozger mutalaya xwe ya berê amade kiribû, dubare kir.    Dadgehê ji tawanbariya “hevjîn û xizmên xwe bi qestî kuştiye” cezayê muebeda girankirî li kujer Oner birî.