Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome 2023-03-26 09:21:17 ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî girtinên li Îzmîrê dan û gotin ku tu kes nikare pêşî li ber têkoşîna wan bigire û dê têkoşîna xwe bidomînin.   Di encama serdegirtinên malan ên di 22’yê adarê li Îzmîrê de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ugurlu, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek û Selma Demîr, Hayat Îzgî, Newroz Çelîk û Bariş Kirmizitaş hatibûn binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin, bi hinceta îfadeyên şahidên eşkere û nepen, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Bariş Kirmizitaş jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Jinên HDP’î bertek nîşanî girtinan dan.   ‘ÎKTÎDAR DÊ NEKARE PÊŞÎ LI BER TÊKOŞÎNA JINAN BIGRE’    Rêvegera HDP’a Îzmîrê û aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut diyar kir ku jin dê ji ber binçavkirin û girtinan dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got: “Dê ev zext nekarin rê li ber xwebirêxistinkirina jinan û berxwedana wan bigirin. Bi zanebûn, hevalên me beriya hilbijartinê girtin. Jinên ku di 8’ê Adarê û Newrozê de bi ruhê berxwedanê hev girtin hatin girtin. Îktîdar, li her deverê hewl dide jinên pêşeng tune bike. Hewl didin tevgera jinan krîmînalîze bikin. Lê tu kes nikare tevgera jinên azad krîmînalîze bike. Dê jin li her deverê têkoşîna xwe bidomînin. Dê îktîdar nekare pêşî li vê têkoşînê bigire.”    'DÊ NEKARIN PÊŞÎ LI BER TÊKOŞÎNA JINAN BIGIRIN’    Ji endamên Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Besriye Tekgur jî got ku bi sala ye zextekî giran li ser têkoşîna jinan heye û wiha domand: “Jin li her deverê li qadan e û ev yek îktîdarê pir ditirsîne. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî tişta ji dest tê dike. Dê nekarin pêşî li ber têkoşîna jinan a tevî van zextan mezin bûy bigirin.”    'DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’   Rêvebera HDP’a Îzmîrê Vezan Karabulut jî destnîşan kir ku bi beriya hilbijartinê bi girtina hevalên wan re hewl tê dayîn ku pêşî li ber xebatan bê girtin. Karabulut, axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê vê yekê em hîn bêhtir bihêrs kirin û dê bi tu awayî paşde gavê neavêjin. Îktîdar dê têk biçe lewma hewl dide zextên xwe girantir bike. Ji kesên bi ked û xwezayê re ditirsin. Ji HDP’ê ditirsin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”