Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû 2023-06-01 12:46:52 AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş doza ku jê dihat darizandin jê beraet bû.    Danişîna 7'emîn a doza endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ûlaş û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Ji Ûlaş re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin.    Ûlaş û parêzerên xwe parastinê kirin û xwestin doz were beraetkirin. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biryara beraetê derbarê Ûlaş de da.