Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket 2024-04-14 09:56:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 59’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket.    Hejmara 59’emîn a Kovara Jînê ku heftena weşana xwe dike, bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket. Di vê hejmarê de kovar balê dikişîne ser têkoşîna jinan ka bi piştevaniya jinan çawa xurtir û belavtir dibe.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:   Di Rêya 3’yemîn a jinan de bandora dîplomasiyê - Hêza tifaqê / Rûşen Seydaoglû   Têkoşîna azadiyê ya yekbûyî ya jinên cîhanê / Delal Erol    Niha dema avakirina jiyana nû ya demokratîk a bi tifaqa jinan e / Canan Çalagan   Tevgera jinên kurd û polîtîkayên tifaqa jinê / Dîlan Dîrayet Taşdemîr   Gelo baviksalarî jinan ji hev parçe dike? Girîngiya piştevanyê / Damini Mehta - Werger: Koma Kovara Jînê   Jinên temenê xwe nîşan didin - Tecrûbeya femînîst a kalbûnê / Hulya Osmanagaoglû   Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin hemû nivîsan: (https://jindergi.com/anasayfa/)