Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin 2024-11-14 16:01:38 WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Tûşbayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin.  Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li Navenda Jiyanê ya Jinê ya Taxa Seyît Fehîm Arvasî, têkildarî belgeya helwestê ya li dijî tundiyê daxuyaniyek da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê yên jin û xebatkarên şaredariyê yên jin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gotina me ne qediya: Em ê bi hev re tundiyê biqedînin” hate daliqandin.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wan li dijî zîhniyeta serdest a mêr a ku dixwaze jinê ji jiyanê qut bike, civaka azadîxwaz a ku hatiye afirandin hedef digire û hewl dide tundî, komkujî û kuştina jinan geş bike, gotina xwe anîn ziman. Şedal, wiha domand: “Em helwesta îktîdarê ji qirkirina jinan ku her roj zêde dibe, windakirina zarok û jinan nas dikin. Em jî dibêjin ku em ê li hemberî vê tundiyê têkoşîna xwe li hemû qadan birêxistin bikin. Em soz didin ku em ê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna xwe bidomînin.”   DI BELGEYÊ DE ÇI HEYE?    Belgeya helwestê bi tilîlî û çepikan hat îmzekirin û belge ji aliyê Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Refîka Sonmez ve hat xwendin. Di belgeya helwestê ev tişt hatin rêzkirin:    “*Dê polîtîkaya sazûmanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya li dijî tundî, tacîz û mobbîngê derxîne holê.    *Dê tu cureyên tundî, tacîz û mobbîngê bi tu hincetan qebûl neke û rêgezên xwe deyne holê.    *Dê pêşî li her cureyên tundî, tacîz û mobbîngê yên di nava Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bên girtin û bişopîne.    *Dê ji bo hemû xebatkar û qadên xizmetê qadên biewle bên avakirin û bikin ku berpirsyartiyên xwe bizanin.   *Ji bo hemû memûr, karker û personelên bi peyman di nava malê û qada jiyanê de qadên biewle ava bike û bike ku berpirsyartiyên xwe bizanin.    *Di dema pêvajoya agahdarkirina tundî, tacîz û mobbîngê de û di pêvajoya piştre de dê berpirsyartiyên şaredariyê bên diyarkirin.    *Ji bo tundî, tacîz û mobbîng êdî dubare nebe, tevdîr bên girtin.    *Di çarçoveya van rêgezan de dê dîrektîfek were amadekirin.    *Peymana komî jî di nav de ev dîrketîf dê di hemû karûbarên kar û kirariyên din de esas were girtin.”   Piştî ragihandina belgeya helwestê, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin, tililî hatin avêtin û belge hate îmzekirin.    TÛŞBA   Şaredariya Tûşbayê jî belgeya helwestê îmze kir. Ji bo îmzekirina belgeyê li şaredariyê daxuyanî hate dayin. Hevşaredar Hanim Akkoş got ku dê têkoşîna wan a li dijî tundiyê bidome.    Piştî daxuyaniyê belge hate îmzekirin.