Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir 2024-12-02 13:26:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star diyar kir ku armanca êrişên komên paramîlîter ên li dijî herêmê, destkeftiyên şoreşa jinê ye û wiha got: “Divê bi baweriya jiyaneke birûmet û azad em têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”    Meclisa Kongra Star der barê êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li ser Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şer, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn bandoreke neyînî li rewşa civak û gelan, di serî de jin û zarokan, dike.   Di daxuyaniyê de bal kişand ser geşedanên li Helebê, hilweşandina hêzên hikûmeta Şamê û êrişên komên paramîlîter ên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrîn-Şehbayê hate kirin û hate gotin ev rewş encama lihevkirinên hêzên destwerdêrên Sûriyeyê û nebûna çareseriyeke siyasî û nepêkanîna biryara 2254'an e û wiha hat domandin: "Tişta din a ku rewş gihandiye vê astê hikûmeta Şamê bi xwe ye. Şam diyalogan qebûl nake û bersiva beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kiriye nade. Di encama vê yekê de rê li ber qirkirineke komî vekiriye.”   ‘HERÎ ZÊDE DEWLETA TIRK JÊ SÛD DIGIRE’   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yê herî zêde sûdê ji vê rewşa Sûriyeyê werdigire dewleta Tirk e û ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide sûdê ji rewşa heyî wergire da ku armancên xwe yên mêtîngerî, guhertina demgorafî û pêkanîna Mîsaqî Millî pêk bîne. Ji bo van armanca jî pêk bîne çareseriyên demokratîk lawaz dike û hewl dide destkeftiyên gelê me û şoreşa jinan têk bibe û berxwedana pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Çerkes û Tirkmen ji holê rake.”   BANGA XWEPARASTINÊ   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li hemberî van tevlihevî û şeran, wekî gelê herêmê, bi taybetî wek jin divê em xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bikevin tevgerê, xweparastinê pêş bixin, gel, welatê xwe û nirxên civakî biparêzin. Ji baweriya bi nixê jiyana azad a birûmet berxwedan û têkoşînê di hemû astan de geş bikin.”