Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin 2024-12-04 13:47:41   STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê ya meha mijdarê, 32 jin hatin qetilkirin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP'ê, di meha Mijdarê de 32 jin hatine qetilkirin û 26 jinan jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane.  Di raporê de ji 32 jinên hatin qetilkirin 7 jê ji ber ku dixwestin di der barê jiyana xwe de biryarên weka hevberdanê, redkirina lihevhatinê, redkirina zewacê bidin, hatine qetilkirin. Yek ji jinên hatin qetilkirin ji ber ku şahidê mirina jinê bû û yek jî bi îdiaya ku pere dixwaze hat qetilkirin.