Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin 2024-12-05 09:02:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan gotin: "Wê wekî berê li ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têk biçin."  Piştî bajarê Helebê yê Sûriyeyê, êrişên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter yên girêdayî wê, bi deh hezaran kes neçar man koçî herêma Şehbayê bikin. Her wiha bejahiya Minbicê jî dîsa dibe hedefa êrişan. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlihê bertek nîşanî êrişan dan.   'ÇI KARÊ WE LI ROJAVAYÊ HEYE?'   Dayika Aştiyê Meryem Tûranê anî ziman ku armanca sereke ya êrişan destkeftiyên kurdan e. Meryem Tûranê got: "Divê êdî zarok, sivîl û jin neyên kuştin. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em aştî, yekîtî, azadî û biratiyê dixwazin. Êdî bila bes zarokên me bimirin. Êdî bes e. Dest ji lîstikên xwe yên qirêj berdin."   Dayika Aştiyê Murvet Demîrê ku got "Em bi çekên NATO'yê tên kuştin" wiha got: "Em bi salan e dibêjin 'aştî'. Ji bo aştiyê destê xwe yê rastê dirêj dikin, bi destê çepê jî lêdixin. Êrişî zarokên me dikin. Bi tanq, top û balafiran dixwazin kurdan biqedînin, lê kurd naqedin. Belesebeb vî şerê qirêj dimeşînin. Dest ji vî şerê qirêj, pêkanînên li dijî mirovahiyê berdin. Çi karê we li Rojavayê heye?"   Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek a li Êlihê dijî, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin wekî "lîstika dewletên emperyalîst" nirxand. Kamîle Şîmşekê got: "Bêyî destûr û planên dewletan, di nava 2 saetan de tevahiya Helebê nedihat dagirkirin. Em vî şerî naxwazin. Tirkiye dibêje 'Em nîn in', lê bila kesî nexapînin. Hemû çeteyên girêdayî wê ne."   Kamîle Şîmşekê bang kir û got: "Xizmên me bang li me dikin û ji me re dibêjin ku ew bi mirinê re rû bi rû ne. Divê hemû gelên cîhanê li dijî vî şerî bibin yek. Gelê kurd divê li herîd erî dakeve qadan û bertekên xwe nîşan bidin."   'WÊ LI BER 'JIN, JIYAN, AZADÎ'YÊ TÊK BIÇIN'   Dayika Aştiyê Nuran Seçkînê jî got ku DAIŞ bi navên cuda êrişên xwe didomîne. Nûran Seçkînê got: "Ev serê mirovan jê dikin, tecaiwzkar in. DAIŞ'î ne. Ev şer, şerê ji nû ve vejandina DAIŞ'ê ye. Serokê Sûriyeyê Beşar Esad nekarî saetekê jî li ber xwe bide, bi sed hezaran jin, zarok û extiyar radestî çeteyan kir. Bi navê îslamê, serê mirovan jê dikin û tecawizî wan dikin. Ev dijminê îslamê ne. Şerê wan ê herî mezin li hemberî jina ye. Wê wekî berê li ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têk biçin."    Dayika Aştiyê Maşallah Kayayê jî diyar kir ku daxwazên kurdan ên aştiyê bi şer hatine bersivandin. Maşallah Kayayê destnîşan kir ku divê kurd li dijî êrişan bi hev re tevbigerin û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.   Dayika Aştiyê Şukran Dalê jî bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmaya azadiya jinê û ekolojîk zindî bûye û got ku armanca êrişan ev paradigma ye. Şukran Dal êrişên sala 2014'an ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: "Çawa di sala 2014'an de winda kirin, wê dîsa winda bikin."    MA / Fethî Balaman - Rûkiye Adiguzel