Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin 2024-12-07 17:16:27 SEMSÛR - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî di atolyeya şerê taybet a li bajarokê Bulamê de axivî û bal kişand ser xwebirêxistinkirina li dijî şerê taybet.  Li Cemxaneya bajarokê Bulamê yê navçeya Çêlikan a Semsûrê atolyeya şerê taybet hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak, Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên bajar û navçeyên Semsûrê, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) û gelek jin tev li bûn.   Li eywana atolyeyê pankarta "Jin jiyan azadî" hat daliqandin.   Berîvan Bahçecî bal kişand ser girîngiya atolyeyên heta niha li dar xistine û anî ziman ku polîtîkaya şerê taybet tê çi wateyê. Berîvan Bahçecî, wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê bi rengekî pir cuda tên meşandin. Li aliyê din, di warê feraseta olî de li ser Elewiyan bi rengekî cuda tên meşandin. Divê em jin bi hev re li dijî van polîtîkayan têkoşînê bidin. Jin heta ku di nava malê de azad nebe, di tu qadên jiyanê de azad nabe. Mebesta me azadiya derûnî ye, em bi rolên ku civakê fêrî me kirine, mezin bûne û zarokên xwe jî bi heman awayî mezin dikin.  Divê jin li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin."   ‘PERGAL DIXWAZE JINAN BIKE KOLEYÊN MÊRAN’   Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku pergal dixwaze jinan bike koleyên mêr û wiha berdewam kir: "Em ê li dijî vê têbikoşin. Weke jin divê em jiyana li me hatiye ferzkirin lêpirsîn bikin. Gulistan Doku bi salan winda ye, aqûbeta wê ne diyar e. Li welatekî ku xwedî artêşa NATO'yê ye çawa dibe ku mirovek neyê dîtin.  Sîstema hevserokatiyê bi saya jinan niha di nava partiya me de pêk hatiye. Ev 50 sal in bi polîtîkayên cuda hewl didin Kurdan bixin zindanan û qir bikin. Pergaql dixwaze jinan tune bike."    ‘NAXWAZIN CIWAN ŞIYAR BIBIN’   Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên ku lê dixebitin û wiha pê de çû: “Ji bo ciwan hişyar nebin, her cure polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Êrîşên li ser Rojava jî dijminatiya wan ya li hemberî gel nîşan didin. Ji ber ku li Rojava şoreşa jinê heye. Werin em li dijî koletî û pergala serdest a mêr serî rakin.   Piştre Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak axivî û diyar kir ku şaredarî her tim ji jinan re vekiriye û bi hevgirtina jinan re şaredarî wê bigihêje qonaxeke cuda.   Komxebata ku bi pirs û bersivan dewam kir, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.