Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da 2024-12-09 12:00:34   ŞIRNEX - Dîlan Durmuş a ducanî ku ji bo welidînê rakirin nexweşxaneya Elkê, bi hinceta “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin. Dîlan Durmuş a ku zarokê wê li nexweşxaneyê bû, ji ber ku xwîn ji hundirê wê çû jiyana xwe ji dest da.    Jina bi navê Dîlan Durmuş a 30 salî ku ducanî bû, şevê din ji ber janên dijiya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ya Şirnexê. Li gorî agahiyan; Dîlan Durmuş a ducaniya cêwiyan bû, zarokekê wê li malê bû. Hêj zarokê wê yê duyemîn çênebûyî rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jê re gotin “pisporê/a welidînê nîne” û mudaxile nehate kirin. Demek piştre jî zarokê wê yê duyemîn li nexweşxaneyê bû. Dîlan Durmuş a di dema welidandinê de xwîn ji hundirê wê çû, jiyana xwe ji dest da.    Malbata Dîlan Durmuş xwe gihand ajansa me û got ku keça wan ji ber xemsariya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê wiha got: “Duh janên wê yên welidînê hebûn. Ducana cêwiyan bû. Zarokê wê li malê bû û yê din nebû. Rewşa wê giran bû û me jî bir nexweşxaneyê. Lê belê nexweşxaneyê ji me re got ‘bijîşk tune ne’ û mudaxile nekirin. Zarokê wê yê din jî li wir bû û ji hundir ve xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da. Li nexweşxaneyê bijîşk tune ne. Ma dê çend kesên din ji ber tubûna bijîşkan, ji be xemsariyê li vir jiyana xwe ji dest bidin?”