'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’ 2024-12-16 10:52:01 STENBOL – Endama Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok balkişand şer û pevçûnan da zanîn ku li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye û divê li her derê jin di nav vê rêxistinbûnê de cih bigirin.  Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (MYK) Satiye Ok diyar kir ku HTŞ û SMO ya girêdayî Tirkiyeyê bandoreke neyînî li pêşeroja jin, bawerî, gelan û zarokan dike û bal bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.   Satiye Ok da zanîn ku hêzên emperyalîst Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêk tînin û ji ber vê yekê li dijî Filistîn, Lubnan û Îranê êrîşên berfireh pêk tinin û wiha got: “100 sal piştî temambûna netew dewletan em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku emperyalîstan careke din li Rojhilata Navîn di nav şerê parçebûnê de hiştin û hewl didin ku ji nû ve teşe bidin. Bêguman di vê pêvajoyê de gelê kurd û têkoşîna azadiya kurd weke pêkhateya Rojhilata Navîn di cihekî gelekî bingehîn de cih digire.”   ‘HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK ZIRARÊ DIBÎNIN’     Satiye Ok got ku divê di şer û pevçûnan de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û divê rewşa jin û zarokan nemaze were destgirtin û wiha axivî: “Jin wek xenîmetên şer tên dîtin û neçarî koçberiyê tên hiştin.”    Satiye Ok anî ziman ku Tirkiye li dijî destkeftiyên kurdan êrîşan pêk tîne û got, "Em dibînin ku êrîşeke organîze ya bi armanca nenaskirina statûya kurdan ji nû ve hatiye plankirin û ketiye nava tevgerê. Bê guman, êrîşek heye û li dijî êrîşan berxwedan û têkoşîna bindestan didome.”   ‘HTŞ Û DAIŞ HEMAN TIŞT E’   Ok diyar kir ku HTŞ, OSO û SMO tenê nav guhertine, ferd di navbera wan de nîn e û wiha got: “Dema mirov li paşeroja wan mêze dike û hem jî fikra wan dinêre û ger li bicihbûna wan a li Rojava berçav were girtin tê  dîtin ku di navbera HTŞ û DAIŞ’ê tu ferq tune heman tişt e, SMO û OSO jî eynî ne.”   ‘ROLA JINAN GIRÎNG E’   Satiye Ok da zanîn ku di pêvajoyên şer de herî zêde rol dikeve ser milê jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn û di dîroka şer a cîhanê de jinan di pêvajoyên aştiyê de tiştên girîng kirine. Ok bibîrxist ku Helwladan Jina a Ji Bo Aştiyê (BÎKG) ku di sala 2009’an da hatibû avakirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê vedana kon, çalakiya rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, meş, panel û gelek tiştên din ji aliyê BÎKG ve hatin lidarxistin. Li Tirkiyeyê karker û kedkar û jinên bindest ji bo çarenûsa jinên kurd li Kurdistanê û li hemberî vî şerî bilindkirina daxwaza aştiyê bû. Em dizanin ku ger li van xakan pêvajoyeke aştiyê ya bi rûmet pêk were, ger aştî pêk were divê mirov xwedî mafên wekhev bin û mafê jiyanê bê misogerkirin.”   Ok diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêwîstî bi rêxistinbûna jinan a ji bo tevgereke aştiyê heye wiha pê de çû: “Me her tim diyar kir ku ev şerên emperyalîst şerê mêran e. Ev şer ne şerê jinan e, ji ber ku di van şeran de herî zêde jin tên çewisandin, herî zêde jin tên qetilkirin, jin û zarok bi encamên şer re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jin li hemberî şer di avakirina aştiyê de xwedî cihekî pir girîng e. Em şer naxwazin; em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd û gelê tirk dikarin aştiyeke wekhev, bi rûmet, demokratîk û adil ava bikin.”   ‘BAR DIKEVESER MILÊ HER KESÎ’   Ok di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo aştiyê baş dikeve ser milê her kesî û ev tişt got: “Gelên Rojava, gelên Sûriyeyê, gelên ereb û gelên din bi awayekî wekhev û bi rûmet dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn û jiyanê ji nû ve ava bikin. Divê jin teqez li her cihê ku lê bin, li hemû erdnîgariyê ji bo aştiyê bikevin nav hewldanan. Divê her kes li vir rola xwe bilîze, divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ger em dixwazin di pêşerojê de zarokên me di nav şert û mercên aştiyane û li welatên demokratîk de bijîn, divê li her derê ji bo aştiyê însiyatîfa jinan ava bikin. Divê em perspektîfek, nexşerêyek çêbikin û em vê însiyatîfa jinan bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kuçe bi rêxistin bikin, jin bikin aliyê bihêz ê aştiyê û di vê xalê de raya giştî biafirînin.”   MA / Yeşîm Tukel