Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin 2024-12-17 09:10:40 RIHA - Ji şervanên YPJ’ê Emîra Mihemmed xelkê Ereb e û Sosin Osêv jî jî Ermen e û li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe didin. Her du jinan anî ziman ku ew weke parçeyeke Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin.  Jinên ku li Rojhilata Navîn li dijî êrişên zîhniyeta mêrê serdet ên bêperwa bi berxwedana xwe dîrokê dinivîsin, bi têkoşîn û rêxistiniya xwe eniya berxwedanê mezin dikin. Bi êrişên HTŞ’ê yên di 27’ê Mijdarê li dijî Helebê re hemwext, dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li dijî van êrişan, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li her qadê li ber xwe didin.    Fermanda Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê ya YPJ’ê Emîra Mihemmed ku ji xelkê Ereb e û şervana YPJ’ê Sosin Osêv jî Ermen e. Her du şervanên jin têkildarî şer û pevçûnên li herêmê axivîn.    'HEMÛ HÊZ BÛN YEK’    Emîra Mihemmed diyar kir ku êrişên dewleta tirk ne nû ne û wiha got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha rolekî girîng ê YPJ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye. Ev li pêş çav e. Bi cisareteke mezin li dijî terora DAIŞ’ê şer kirin û serkeftineke bêhempa bi dest xistin. Di serdemeke ku hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmê hatine qelskirin de careke din serî li lîstikên qirêjî didin. DAIŞ jî bi vî awayî hewl dide xwe birêxistin bike.”    BERXWEDANA BI RUHÊ KOBANÊ   Emîra Mihemmed, wiha domand: “Em li dijî hucreyên heyî têkoşiyan û me ew ji Tebqa, Minbic û Dêrazorê paqij kirin. Ev çeteyên ku îro bi hezaran dolaran dixebitin, îro dîsa ji bo şer derbixînin şandine. Lê belê em li dijî hemû êrişan hatin gel hev. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û HSD bi awayekî hevpar li qadan bersiva êrişan didin. Hêzên me bi berxwedana xwe ev êriş vala derxistin. Me li ser şopa nêzikatiya şer a şoreşgerî û hevalên xwe yên şehîd û leheng bersiv da. Şerê me li dijî mêtingeriyê ye. Em soza serkeftinê didin gelê xwe. Weke zarokên vê xakê em ê bi ser kevin. Şerê me yê herî mezin li Kobanê bû. Em ê bi ruhê wê demê Kobanê rizgar kirî têbikoşin. Weke jineke ereb ez jî di nav YPJ’ê de cih digirim û ji bo hesabê ji dewlet tirk a mirovatî xistiye bin lingan têdikoşim.”    'EM XAKA XWE DIPARÊZIN’   Şervana YPJ’ê Sosin Osêv jî anî ziman ku gelên cuda yên herêmê bi hev re dijîn û wiha pê de çû: “Suryan, Ermen û gelên din bi hev re dijîn. Jiyana me tevan yek e. Em bi hev re dixebitin. Em yek in. Em gel û xaka xwe diparêzin. Baweriya me ya bi hêzên me tam e. Erdogan dema êrişî vir dike, êrişî me tevan dike. Em jî dê bersiva pêwîst bidin.”    Bi domdarî Sosin Osêv ev tişt anî ziman: “Her carê êriş derbasî qonaxeke din dibin. Me zilam Beşar Esad jiya û niha bi êrişên nû re rû bi rû ne. Em parçebûnê qebûl nakin. Em parçeyeke Rêveberiya Xwewer in. DAIŞ, ji sala 2013’an ve bi destê Tirkiyeyê êriş dike. Em ne hêzên ji derve ne. Weke Ermen em ji vê xakê ne. Weke jineke Ermen banga min ji bo hemû jinên ciwan e; li dijî van êrişan şer bikin. Divê her kes rabe ser pêyan.”     MA / Ceylan Şahînlî