'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye' 2024-12-18 09:01:32 STENBOL - Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Ayşe Ozdamarê diyar kir ku Rojava hêviya hemû gelan û jinan e û got: "Girîng e em jî hêviyê bidin wê berxwedanê." Aktivîsta TJA'yê Selcan Sayiyê jî got: "Em heta dawî li cem berxwedana Rojavayê ne." Ligel êrişa Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku rejîmê rûxand, êrişên Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên Artêşa Neteweî ya Sûriyeyê (ANS) li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dikin. Rêveberiya Xweser ragihand ku danûstandinên agirbestê yên bi navbeynkariya Amerîkayê têk çûne. Bertekên li hemberî êrişên ku gelek sivîl hatine qetilkirin dewam dikin. Endama Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayşe Ozdamarê û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Selcan Saygiyê diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirineke mîna ya Îsraîlê li Xezeyê pêk bîne.   Ayşe Ozdamarê diyar kir ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê wê aştiyê neyne welêt û wiha got: "Di rastiyê de ev yek dema ku serdest û desthilatdar ji bo serketinê diqîriyan wiha bû. Hema bêje li her derê erdnîgariya em pê dizanin xwîn diherike. Xwîna gelan û baweriyan diherike. Dîmeneke wiha heye. Bi taybetî jî rewşa li Rojavayê bi giranî bandor li kurdan dike. Êrişeke pir dijwar heye. Pergaleke azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk heye. vê pergalê tehemul nakin. Hebûna mînakeke bi vî rengî desthilatdaran bi taybetî jî sermayeya kapîtalîst bi awayekî cidî bêzar dike. Dewleta ku herî zêde li tunekirina vê yekê difikire, dewleta tirk e, ji ber ku sedema bekaya xwe bi tunekirina kurdan ve girêdidêe."    'BI EŞKERE KOMKUJÎ PÊK TÊ'   Ayşe Ozdamarê diyar kir ku dewlet li dijî gelê sivîl qetlîamên dijwar pêk tîne û got ku bi vî rengî dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kurdan xalî bikin û got: "Desthilat dixwaze qirkirineke mîna ya Îsraîlê ku li Xezeyê kir, pêk bîne. Bi ekere, li be rçavê hemû cîhanê vê yekê dike."    'JI BO TEVAHIYA JINÊN CÎHANÊ MÎNAK E'   Ayşe Ozdamarê destnîşan kir ku berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinên hemû cîhanê dibe mînak û got: "Ji ber vê yekê jî di hedefa desthilatdariya zayendperest de ye. Bi baweriya min pêkhatina azadiya jinê ya li wir ji bo hemû jinan hêviyek e. Jina kurd ne bi tenê ye, bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' xwe birêxistin kiriye. Ji bo hemû jinên li herêmê bûye mînak. Jinên li Sûriyeyê pr diqiqlqilin, ji lew re dizanin wê êrişeke mezin li hemberî wan pêk bê. Tekane hêza ku barbartiya DAIŞ'ê têk bibe 'jn, jiyan, azadî' ya li Rojavayê ye."   'ROJAVA HÊVIYEK E'   Ayşe Ozdamarê diyar kir ku pêkhateyên wekî HTŞ û SMO awayê guherbar ê DAIŞ'ê ne û got: "Rojava îro li Sûriye û Rojhilata Navînê mînakeke gelekî girîng e. Rojhilata Navîn veguheriye xwîngermeke mezin û şer belav bûye. Herêmên din ên her tim di bin êrişên dewleta tirk de bûn, lê bi kêmanî ev salek e êrişeke wiha berfireh pêk nehatibû. Ji bo wekî hêviyekê bimîne divê rojava bê parastin."   'ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVAYÊ'   Aktivîsta TJA'yê Selcan Saygiyê jî diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinan pêk tên û got: "Êriş di heman demê de bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî' ve girêdayî ne; em nikarin vê yekê bêyî wê bi rengekî serbixwe bi rê ve bibin. Desthilat ji bo kurd bi tu awayî û li tu cihan nebin xwedî statu, piştgiriyê dide çeteyan. Li Rojava şoreşek bi pêşengiya jinan pêk hatiye û modeleke ku nîşan dide nasname û olên cuda çawa dikarin bi hev re bijîn heye. Em careke din tekez dikin ku em ê bi jinên li Rojavayê re bin û heta dawiyê li gel berxwedana Rojavayê bin. Silav li jinên li Rojavayê li ber xwe didin."    MA / Yeşîm Tukel