Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir

  • jin
  • 11:19 9 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Meclîsên Jinan ên HDK’ê, di 11’emîn Konferansa Jinan a Giştî de, bi gelek beşên jinan ên cuda re li hev kom bûn.
 
Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 11’emîn Konferansa xwe ya Giştî li salona Etkînlîl Palas Mira ya li Avcilarê li dar xist. Di salona konferansê de, pankartên “Cih ne razî ye, dem ne bê xwedî ye, jin ne bêçare ye”, “Hevgirtina jinan sînoran nas nake”, “AKP di krîzê de ye, jin di berxwedanê de ne”, “Xweparastin nayê darizandin”, “Greva birçîbûnê di roja 195. de ye. Bijî berxwedana greva birçîbûnê” û “Li dijî dewleta zilam em li vir in, em di berxwedanê de ne, emê serbikevin” hatin daliqandin. 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û gelek jinên ronakbîr û nivîskar beşdarî konferansê bûn. 
 
Di konferansê de, êrişên li dijî destkeftiyên jinan û tecrîd  hatin nirxandin.
 
Konferans bi axaftina siyasemedarên jin dewam dike.