HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin

  • jin
  • 15:08 9 Hezîran 2021
  • |
img

BEDLÎS - Meclîsa Jinan a HDP'ê, hevdîtinên xwe yên "Ji Xizantiya Jinan Re Na" li navçeya Tatwanê dewam kir. HDP'î bi jinên li navçeyê firîng kom dikirin re kom bûn.

 
 Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizantiya Jinan Re Na" li zeviyên firîngiyan ên li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi jinên karker re hatin gelhev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Mûkaddest Erdogdû, ji Koordînasyona Jinan Feray Mertoglû, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji Meclîsa Partiyê Hatîce Akdag, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacer Karaoglan û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
'EM DIXWAZIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Şandeya jinan a li zeviyên qûntara girê Girfeqî ya girêdayî navçeya Tetwanê jinên şitilên firîngiyan diçandin ziyaret kir, guhdarî pirsgirêkên jinan kirin. Jinan, diyar kirin ku ew di navbera saetên 05.00 û 18.00’ê rojê de dixebitin û tenê dikarin navbera xwarinê bidin. Jinên ku rojê 80 lîre heqdest digirin, wiha gotin: “Bi heqdesta ku em digirin, em tenê dikarin ji bo mitfeqa malê ron bigirin. Hin malbat 9 û hin jî 11 kes dimînin. Tenê dahata me meaşê ku em ji vê zeviyê digirin e. Sîgorteyên me nayin dayîn. Em dixwazin debara xwe bikin.” 
 
‘HEMÛ DEMA MIN LI VÊ DERÊ DERBAS DIBE’
 
Xwendekara lîseyê ya ku divê biçe dibistanê, lê ji neçarî di zeviyê de dixebite jî wiha got: “Ez ji xwendinê hes dikim. Ji ber ku dixebitim, nikarim li ser dersên xwe bixebitim. Bi dayika xwe re dixebitim. Hemû dema min li vê derê derbas dibe. Lê heqê keda me nayê pêşwazî kirin.”
 
‘EM MÛÇE NAGIRIN’
 
Jinan, dest nîşan kirin ku firîngiyên li zeviyan kom dikin bi 50 qurişan tên firotin, lê li bazar û marketan bi 6-7 lîreyan tên firotin û wiha gazincên xwe anîn ziman: “Di baxçeyê de, em bê sîgorte dixebitin. Dereng pereyên me didin me. Hin caran jî heya firîngî neyin firotin, pereyên me nadin me. 5 zarokên me hene. Hemû dixwînin. Hevjînê min naxebite. Em nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêşwazî bikin. Bi pereyê ku em digirin, em nikarin biserûber tiştekê bikirin.”
 
‘EM 5 KES DI ODEYEKÊ DE DIMÎNIN’
 
Dayika 4 zarokan a di zevî de dixebitî jî wiha got: “Min hevjînê xwe berdaye. Ji ber vê ez bi tana serê xwe li zarokên xwe mêze dikim. Ez li Tetwanê rûdinim. Saet 05.00’ê sibê radibim û heya 18.00’ê êvarî dixebitim. Dema ez diçim malê, vê carê jî li zarokan mêze dikim û karê malê dikim. Em di odeyek 5 kesî de dimînin. 80 TL mûçe têra me nake. Heya ji min tê, ez hewl didim debara xwe bikim.”
 
Meclîsa Jinan, piştî guhdarkirina kedkarên jin ên di zeviyên firîngiyan de, dixebitin, dan zanîn ku ewê van pirsgirêkên jinan bibin rojeva Meclîsê û serdana xwe bi dawî kir.