Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin

  • jin
  • 09:04 10 Hezîran 2021
  • |
img

AGIRÎ - Jinên koçer ku dê havîna xwe li Zozana Sînekê derbas bikin, bi berên heywanan dest bi haziriya zivistanê kirin. 

Li herêma Serhedê piştî dinya germ bû, koçer jî hêdî hêdî berê xwe didin zozanan. Dê koçer heya dawiyya havînê li zozanan bin. Yek ji zozanên ku koçer berê xwe didinê jî li navçeya Avkevirê ya Agiriyê Zozana Sînekê ye. Koçer li vê zozanê hem heywanên xwe diçêrînin, hem jî bi şîrê heywanan nivişk, penêr û torakê çêdikin. 
 
Li zozanan barê giran li ser milê jina ye. Jinên ku berî roj hilê şiyar dibin, ewilî heywanan didoşin. Paşê xwarinê çêdikin, cilan dişon û paqijiyê dikin. Yek ji van koçeran jî Morî Kisak a 60 salî ye. Kisak, di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin û piştî hevjînê wê dimire, wê bi tiyê wê didin zewicandin. Kisak, di van şert û mercên mezin de hem zarokên xwe mezin kirine hem jî tim çûye zozanan. 
 
Kisak, anî ziman ku jiyana wan, jiyana koçertiyê ye û her roj berî roj hilê zend û bendan badide. Kisak, diyar kir ku nan çêdike, pez didoş, penêr çêdike û gelek karên din dike. Kisak, diyar kir ku ji Îdirê hatine Zozana Sînekê û got: "Mezinên me jî koçertî dikirin. Niha em dikin. Tê bîra min nayê bîra min koçertiyê dikim. Em penêrê xwe didin banedaran. Em 50 rojê havînê didin banedaran û rojên mayî jî em ji bo xwe çêdikin û hiltînin. Em nivişk, penêr û toraqê çêdikin. Îsaj ji ber ku hişkayî heye, hema bibêje pincar tune lewma em ê nikaribin penêrê bisîrik pir çêbikin." 
 
BARÊ JINAN
 
Fatma Çogûn jî anî ziman ku li zozanan hemû kar li ser pişta jina ye. Çogûn, bilêv kir ku mêr tenê di dema dotinê de aliyê wan dikin, wekî din daxilî nav tu kar û emelî nabin.