Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e

  • jin
  • 09:11 14 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Jinên TJA'yî ji bo mîtînga jinan ku dê li Amedê bê lidarxistin, bang kirin û gotin: "Niha dibe ku jin wisa bifikirin, 'ma dê mîtîngek karibe çi biguherîne?' A rast dê ev mîtîng her tiştî biguherîne." 

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 16'ê Cotmehê de li dijî "qirkirina jinan" bi dirûşmeya "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê li dar bixin. Aktivîstên ku ji bo mîtîngê li hemû bajarên herêmê dixebitin, bang li hemû jinan kirin ku li dijî cinayetên jinan, zayendparêzî û nijadperestiyê li qada mîtîngê bin û dengê xwe bilind bikin. 
 
‘JIN HAY JI HÊZA XWE HENE'
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktivîsta TJA'yê Yasemîn Uçer, destnîşan kir ku jin bi sedan sal in têdikoşin û bi taybetî ji bo cardin xwedî li qada xwe ya di civakê de derkevin û wekheviya zayendî ya civakî pêk bînin têdikoşin. Uçer got: "Lê dem bi dem em bi pirsgirêkine pir mezin re rû bi rû dimînin. Qeyûm tayinî herêmên me tên kirin û yên ewilî tên girtin saziyên jinan e. Her wiha di dema pandemiyê de jî ev zext hene. Hewl didin jinan bi hepsî malê bikin. Lê dê bi ser nekevin. Em jin, em ê nehêlin ev pêkanînên jinan nahesibînin pêk bên. Ji lew re êdî jin hay ji mafên xwe û destkeftiyên xwe hene." 
 
'EM Ê PÊŞÎ LI BER ÊRIŞAN BIGIRIN'
 
Uçer, diyar kir ku sedsala 21'ê sedsala jinê ye û axaftina xwe wiha domand: "Belkî jî di warê êrişan de dema herî giran be, lê em baş dizanin em pir nêzî destkeftiyên xwe ne. Ji lew re tevahiya cîhanê dît ku gava jin bên cem hev du bê çi dikin. Dît, şoreş bêyî jinan ne pêkan in. Mêr jî ji ber ku hay ji vê hêza jinan hene, rojê herî kêm 4 jinan qetil dikin. Em her roj bi cinayetên jinan,, tacz, tecawizê re rû bi rû dimînin. Em dikarin birêxistinbûyîna jinê pêşî li ber van pêkanînan bigirin." 
 
‘MÎTÎNGEK DIKARE HER TIŞTÎ BIGUHERÎNE'
 
Uçer, diyar kir ku divê ev mîtînga wekît tiştekî hêsa neyê fêmkirin û ji bo vê got: "Niha dibe ku jin wisa bifikirin, 'ma dê mîtîngek karibe çi biguherîne?' A rast ev mîtîng dê her tiştî biguherîne. Ji bo jin hay ji hêza xwe hebe pir girîng e. Jin pir bihêz in, lê belê ji ber hîsa tenêtiyê carinan daxilî nav tora bêçaretiyyê dibin. A rast ev mîtîng pir girîng e, ji bo em bibînin ku em bi milyonan e. Ji lew re dê pergal hêza we bibîne. Hûn ê jî hêza di hundirê xwe de bibînin." 
 
‘EM Ê HÊVIYÊ HÊŞÎN BIKIN'
 
Uçer, ragihand ku nêzî mehekê ye tax bi tax digerin û got: "Em çûn kîjan malê, em li wir leqayyî piştevaniya jinê hatin. Refleksek pir baş derket holê. Dê ev piştevanî piştî mîtîngê bi awayekî hîn xurtir derkeve holê. Dê mîtînag me, mîtîngeke herêmî be û dê bibe cihê firsendek wisa ku bi hezaran jin hêzê ji hev bigirin. Dê ev hêvî me hêşîn bike û ber bi cihine pir cuda ve bibe." 
 
BANGAWAZÎ
 
Uçer, di dawia axaftina xwe de ji bo mîtîngê bang li hemû jinan kir û got: "Armanca me qedandina polîtîkayên zayendparêz û şaxvedana jiyaneke demokratîk û azadiya jinê ye. Em yeqîn dikin ku em ê bi ser bikevin. Em ê bi rêxistinbûyîna xwe dirûvê dawîn bidin vê yekê. Em bang li hemû jinan dikin reng û dengê wan çi dibe bila bibe. Teqez divê jin ji bo sedsala xwe, mafên xwe û pêşeroja xwe werin. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin li hemberî zayendparêzî û nijadperestiyê û divê em bibêjin em li vira ne." 
 
'ME XWE GIHAND BI DEH HEZARAN JINAN'
 
AKtivîsta TJA'yê Emîne Kaya jî diyar kir ku ji bo bal bikişînin ser cinayetên jinan dê vê mîtîngê li dar bixin û got: "Em derî bi derî digerin. Me xwe gihand bi deh hezaran jinan. Em diçin cem kê, em dibînin çîrokên jinan heman çîrok in. Li vî qelatî jin tên qirkirin. Em her roj xeberên cinayetên jinan dibhîsin. Em dixwazin balê bikişînin ser van cinayetan. Û li hemû taxên em diçin wan, jin hay ji vê hene. Em dixwazin pêşî li ber van komkujiyan bigirin û jinan wêrek bikin." 
 
'EM Ê BERSIVEKE XURT BIDIN' 
 
Kaya, destnîşan kir ku dixwazin di mîtîngê de bersiveke xurt bidin feraseta baviksalariyê û got: "Heger em li qada mîtîngê bersiveke xurt bidin, dê tirs xwe li wan bigire. Divê em têkoşînê xurt bikin. Gava em lê mêze dikin em dibînin ev pirsgirêk li deverên ku rêxistinbûyîna me lê zêde ye pir kêm in, lê li deverên nerêxistinkirî pir zêde ne. Armanca me, em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û pêşî li ber van pirsgirêkan bigirin. Banga me ji bo hemû jina ye, bila her jin ji mala xw ederkeve û bê û bila nebêjin 'de mîtîngeke ê çi jê derkeve.' Mîtîng her tişt e, lewma beşdarbûn pir girîng e. Bila kes wekît iştekî qels li mîtîngê mêze neke. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî zayendperestî û nijadperestiyê li Qada Stasyonê bin." 
 
MA / Eylem Akdag