Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn

  • jin
  • 16:26 14 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza Gulîstan Doku de, derbarê zirbavê gumanbarê sereke Zainal Abarakov, Engin Yucel de biryara girtinê hat dayin. Engin Yucel agahiyên aîdî Gulistan Doku bê destûr li ser medya dijîtal parve kiribû. 
 
649 roj bi ser windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Doku re derbas bûn. Li Dêrsima ku li gelek cihên wê kamera hene ji 5'ê Çileyê ya 2020'an ve agahî ji Gulistan Doku nayê girtin. Gumanbarê sereke Zainal Abarakov û zirbavê wî yê polîs Engin Yucel jî serbest digerin. 
 
4'emîn danişîna doza Engin Yucel ê ku agahiyên Gulistanê îfşa kiribû, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Dêrsimê hat dîtin. Polîsê gumanbar Engin Yucel beşdarî rûniştinê nebû û derbarê wî de biryara girtinê hat dayin.