Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne

  • jin
  • 10:51 15 Cotmeh 2021
  • |
img

ÊLIH - Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işık Yildiz diyar kir ku wan li Êlihê ji bo beşdariya mitînga jinan a li Amedê amadekariyên xwe temam kirin.

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Ji nijadperestiyê û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinan e” wê sibê li Meydana Stasyonê ya Amedê mîtingek ku tê payîn li dar bixin. Jin bi rojane amadekariyê mitîngê dikin û ji gundan heta navendên bajêran xebat kirin û jinan vexwendin mitîngê. Amadekariyên mitîngê jî temam bûn e. Wê ji bajarên derûdora Amedê jî jin beşdarî mitîngê bibin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz destnîşan kir ku îqtidar bi destê kujer û tecawizkar û hêzên xwe wek polîs û leşkeran têkoşîna jinan bitepisîne û berxwedana jinan a li girtîgehan jî ji holê rakin. Yildiz got lê çi dibe bila bibe û îqtidar çi dike bila bike wê li her deverê berxwedana jinan bi ser bikeve. 
 
‘DIVÊ JIN BI RENG Û XEMLA XWE BEŞDAR BIBIN’ 
 
Yildiz anî ziman ku Êlih yek ji bajarên jinan e û divê jinên Êlihê reng û xemla xwe sibê beşdarî mitînga li Amedê bibin û ew dixwazin coş û kelecana jinan veguhezînin qada mitîngê. Yildiz da zanîn ku wan li Êlihê ji bo beşdariya mitîngê amadekariyên xwe temam kirine û sibê wê ji deverên navenda Êlihê bi dolmîşan jinan bibin Amedê. Yildiz got tenê ne li navenda Êlihê wê ji gundan û navçeyan jî dolmîşan rakin.