Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin

  • jin
  • 14:38 15 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji bo mîtînga jinan a sibe li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk were bang kirin û gotin: “Ji bo ku em li dijî tecrîdê, li dijî sûcê qirkirina jinê deng derxînin divê em li wir bin.”
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî mîtînga Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşmeya “Ji nijadperestî û zayendperestiyê re na, niha dema azadiya jinê ye” di 16’ê Cotmehê de li Qada Îstasyona Amedê li dar dixin, li avahiya komeleya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Raîfe Ozbey axivî.  Ozbey bi pîrozkirina 9’emîn salvegera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi axaftina xwe kir û ev tişt got: “HDP partiya her kesî ye. Di her şert û mercî de em her tim li pişt HDP'ê ne û em zextên li ser HDP'ê qebûl nakin.”
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ WERIN MÎTÎNGÊ
 
Ozbey, ji bo mîtînga TJA û DBP'ê ya sibe saet di 13:00’an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û wiha berdewam kir: “Banga me li her kesê ye, bila hemû jin werin Qada Îstasyonê. Ji taxan heta gundan em hemû jinan vedixwînin mîtîngê. Li dijî tecrîdê, qirqirina jinê, çewisandinan, neheqiyan divê ji bo em dengê xwe derxînin li wir bin. Em dixwazin dawî li zext û tecrîda li ser girtiyên me were. Dîsa em dixwazin dawî li qirqirina jinê zilma zilam a li ser jinê bê anîn. Em tacîz, tecawiz, cînayetên jinan qebûl nakin, em wan şermezar dikin.”
 
Ozbey bertek nîşanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re tevdigere da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila kurd hemû bibin yek, em dawiyê li zilmanbinîn.”