Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir

  • jin
  • 09:18 17 Cotmeh 2021
  • |
img

ÎZMÎR – Walwala Jalal a afxanîstanî ku piştî 20 salan cara dudoyan ji ber Talîbanê terka welatê xwe kiriye, anî ziman ku bawer nake ku Talîban guherîbe û ji bo piştevaniyê bang li jinên cîhanê kir. 

 
Piştî di 15'ê Tebaxê de Talîbanê paytexta Afxanîstanê Kabîlê bi dest xist, li Afxanîstanê bi taybetî di warê mafên jinan de binpêkirin rû dan. Talîbana ku got dê di çarçoveya dînî da hay ji mafên jinan hebin, ewilî pêşî li ber xwendin û şixulandina jinê girt. Bi deh hezaran jinên ku naxwazin di bin banê rêveberiya Talîbanê de bijîn, berê xwe dan welatine din. Yek ji van jinan jî Walwala Jalal e. Jalal, berî ku Talîban Kabîlê bi dest bixe bi 3 rojan ji bêgavî terka warê xwe kiri û berê xwe da Tirkiyeyê. 
 
JI BO DENGÊN JINÊN AFXAN RAGIHÎNE KOMELEYEK AVA KIR
 
Jalal ku gava Talîban di 1996'an de cardin rêvebiriya Afxanîstanê bi dest xistiye li welêt bûye, di sala 2001'ê de tevî malbata xwe hatiye Tirkiyê. Jalal, di sala 2018'an de perwerdehiya xwe li Tirkiyeyê kuta kiriye û cardin çûye Afxanîstanê. Lê belê piştî Talîban cardin bajar bi dest xistiye, Jalal di 12'ê Tebaxa 2021'ê de tevî zarokên xwe cardin berê xwe daye Tirkiyeyê. 
 
Jalal, meha borî ji bo piştevaniya jinên afxan bike, li Enqereyê Komeleya Şaristaniyan a Rêye a Hevrişimê ava kir û hewl dide bi komleyê dengê jinên afxan ragihîne. 
 
BÛ WEK 20 SAL BERÊ
 
Jalal, destnîşan kir ku di dema rêvebiriya Talîbanê de zarokatiya wê zarokatiyeke travmatîk bûye û lewma nexwestiye zarokên wê jî bi heman travmayê re rû bi rû bimînin. Jalal got: "20 sal berê li Afxanîstana di destê Talîbanê de bi taybetî tu mafên zarokên keç û jinan tune bû. We nikaribû bêyî zilamekî derkeve derve. Em zarokên keç, gava zarokên kur diçûn dibistanê me tenê li wan mêze dikir. Tiştekî pir êşbar bû. Wê çaxê zarokên keç wekî zarokên mêr niakribûn bi rihetî li derve bilîzin. Me li hemberî vê 20 salan li ber xwe da. Em hatibûn merheleyekê. Êdî me dikaribû bigotina 'Em hene. Maf û hiqûqên me jî hene.' Lê mixabin cardin tarîtî hat."
 
‘TALÎBAN NEGUHERIYE'
 
Jalal, ragihand ku piştî heyama ewil a Talîbanê nifşeke çûye dibistanê çêbûye û piştî cara dudoyan rêvebirî bi dest xistiye, cardin mafê xwendinê yên jinan ji dest wan hatiye girtin. Jalal, destnîşan kir ku ew doza azadî, mafê xwendin û xebatê dikin û wiha domand: "Em ji bo zarokên xwe doza pêşerojeke baş dikin. Ez dixwazim zarokên min li welatê xwe bi çanda xwe û zimanê xwe mezin bibin. Lê mixabin niha em nikarin pêerojekê ji bo zarokên xwe terxan bikin. Gava em bi jinên li Afxanîstanê re diaxivin, mixabin dîmeneke pir tirnak heye. Jin newêrin derkevin derve û bixebitin. 2 meh in zarokên keç nikarin biçin dibistanê. Çendî rêvebiriya Talîbanê tiştina dibêje jî, lê wisa xuya dike dê tiştên dibêje pêk neyne. 20 sal ne, wexteke hindik e. Baş tê bîra me bê çi hatiye serê me. Niha jî em texmîn dikin ku dê çi bê serê me. Qethiyen bawer nakim ku Talîban guherîbe û wê mafên jinan esas bigire." 
 
JIN LI BER XWE DIDIN
 
Jalal, bal kişand ser têkoşîna jinên ku li dijî Talîbanê li ber xwe didin û got: "Bi rastî jî jin kefenê xwe dixin devê xwe û têdikoşin. Divê ev wêrekiya wan bê pîrozkirin. Em wisa bawer dikin ku dê ciwan bi ser bikevin. Em ê mafên xwe ji wan bistînin." 
 
BANG LI JINÊN CÎHANÊ KIR
 
Jalal, bang li jinên cîhanê jî kir û got: "Tu temînatek tune ye ku tiştên tên serê jinên afxan, dê neyê serê jinên din. Heger îro li Afxanîstanê wiha be, dibe ku sibê li Ewropayê jî wia bibe. Kes nizane ku dê pêşeroj çawa be. Em dixwazin jinên cîhanê dengê me bibihîsin û alîkariya me bikin. Bila ji bo mafên me li gel me bitêkoşin." 
 
MA / Ozlem Yayan - Tolga Guney