Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin

  • jin
  • 15:34 17 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew baş dizanin ku ew ê astengiyan bi piştevanî û têkoşîna jinan ji holê rakin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya "Ji Xizantiya Jinan Re Na" de, komxebata "Jin, jiyaneke nû ya bêasteng ava dikin" li Enqerê pêk anî. Komxebata li otelekê hat lidarxistin. Jinên astengdar û jinên li astengdaran mêze dikin beşdarî komxebatê bûn. Endama Meclîsa HDP'ê Leman Kîraz, axaftina vekirinê ya komxebatê kir.  
 
 
Piştî Kîraz Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: "Ji meha Sibatê ve em kampanya 'Edalet ji bo jinan' dimeşînin û di vê çarçoveyê de, bi jinan re civiyan."
 
Başaran, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em îro li Enqereyê bi beşdariya jinên ji herêmê hem astengiyên li pêşiya jinan û pirsgirêkan nîqaş dikin hem jî hewl didin rê û rêbazên çareseriyê peyda bikin. Bêguman jinên ku di vê mijarê de karên gelekî hêja kirine hene. Em ê guh bidin tecrûbe û danheviyê wan."
 
JIYANEK AZAD
 
Başaran, anî ziman ku li Tirkiyeyê daneyên li ser statîstîkên hejmara astengdaran hema bêje qet nîne û wiha bilêv kir: "Di destpêka salên 2000'î de lêkolînek hebû. Sala 2002'an TUÎK'ê lêkolînek kir û li gorî encamên vê lêkolînê ji sedî 12.29 ê nifûsa Tirkiyeyê astengdar e.Têkildarî hejmara jinan ên astengdar dane li ber destê me nîne. Lê belê em zanin ku gelek kesên astengdar ji derfetên perwerdeyê, kar, ewlehiya civakî, çand û civakê bêpar in, nikarin mafên xwe yên destûra bingehînî bi kar bînin. Ji derfetên jiyaneke birûmet û azad bêpar in."
 
'BIR DI STUYÊ JINA DE TÊ HIŞTIN'
 
Başaran, diyar kir ku jin hem ji ber astengdariyê hem jî ji ber jinbûyîna xwe dibin hedefa cihêkariyê û wiha rêz kir: "Bi ti awayî ji mafên destûra bingehînê nikarin sûdê werbigirin. Ne tenê jinên astengdar, hin hemû dibin hedefa cihêkariyê. Ji ber ku jin zarokan tînin dinyayê, jin di vê meseleyê de jî xwe berpirsyar nabîne. Barê jidayikbûna zarokekên astengdar di stuyê jinê de tê hiştin û bi vî rengî jiyan li jinê bêhtir zehmet dibe."
 
Başaran, anî ziman ku haya wan ji van hemûyan heye, lewma komîsyona wan a astengdaran beriya çend mehan manîfestoyek weşand û destnîşan kir ku bi paradîgmaya nû pêwîstiya wan bi çareseriyê heye.
 
Ayşe Acar Başaran wiha bi dawî kir: "Mîna karên me yên din em ê vê mijarê jî li meclîsê, li desteyên pêwendîdar ên partiya xwe weke Meclîsa Jinê hîn bêhtir nîqaş bikin. Em baş zanin ku bi hev re xurttir in û bi piştevanî û têkoşîna jinê dikarin astengiyan ji holê rakin."