Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin

  • jin
  • 14:20 18 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Jinên DBP'yî û TJA'yê li dijî êrişa polîsan a di mitînga 16'ê mehê de li Amedê hat lidarxistin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Em ê li dijî êrişên li ser îradeya me tên kirin bi mezinkirina rêxistinkirinê bibin bersiv." 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 16'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinan e" mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de polîsan êrişî jinan kirin. Li dijî êrişa polîsan a zayendperest û nîjadperest jinan li avahiya DBP'a Amedê daxûyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun, Aktivîstên TJA'yê, Komeleya Jinan a Rosayê, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBP'ê ya bajêr Seval Gulmez û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan Seval Gulmez daxuyanî xwend. 
 
'PÊKANÎNÊN MÎNA ÎŞKENCEYÊ KIRIN MERIYETÊ' 
 
Gulmez da zanîn ku piştî destûra mitîngê hat dayin şûnde êrişên piralî hatin kirin, qedexe ketin meriyetê û wiha got: "Bi polîtîkayên tecrîdê kaoseke mezin pêk tê. Anîna ziman a heqîqetê hat qedexekirin û berzkirina dirûşmên me hat astengkirin. Gotina stranên me yên li dijî zihniyeta baviksalarî tên qedexekirin. Pankartên jinan ji ber mehneyên vala nehiştin em têxin qada mîtîngê. Polîsan li dijî îradeya jinê êriş kir."
 
DAYIK HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Gulmez anî ziman ku kontrola koda HES'ê ya di bin navê ewlehiya tendirustiyê de veguheriya îşkenceyê û wiha pê de çû: "Di dema kontrolê de girêdana jammerê ya înternetê hat birîn û jin bi saetan di bin wê tavê de hatin sekinandin. Solên jinan hatin derxistin û lêgerîneke berfireh hat kirin. Lêgerîneke gihaşt asta destdirêjiyê pêk hat û dest xistin ser alavên jinan. Muameleya li dijî rûmeta mirovan hat kirin. Jinên li dijî vê yekê derketin jî bi bersiva 'tu naeceibîne biçe' rû bi rû man û bi vê yekê heqaret li wan hat kirin. Dîsa ji parêzerên Komeleya Jinê ya Rosayê Elif Tirenç Îpek li gor zoganên parêzertiyê ji ber li dijî lêgerîna xwe ya ji aliyê polîsan ve derket lêdan xwar û hat binçavkirin."
 
'POLÎSAN XWEST MITÎNGÊ SABOTE BIKIN' 
 
Gulmez diyar kir ku di mitîngê de mudaxale li dijî laçikên Dayikên Aştiyê jî hatiye kirin û wiha got: "Bi hinceta rengên li ser Dayikên Aştiyê 'qedexe ye' li Dayikên Aştiyê dan û di bin çavan de îşkence li wan hat kirin. Kesên li ser dayiktiyê û olê siyasetê dikin Dayikên Aştiyê yên hatin mîtingê kirin bin çavan û birin camiyê. Kesên ev pêkanîn teşhîr kirin jî wêneyên wan hat kişandin û bûn hedef. Bi tirsa xwestin biafirînin di heman demê de jî xwestin kesên li dijî vê yekê bê îrade bihêlin. Strana Hunermend Devrîm Demir got û bi navê Tu kî yî hat qedexekirin. Axaftina Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya Saliha Aydeniz a li ser Birêz Ocalan hat xwestin bi rakirina dengê muzikê bê astengkirin."
 
'EM Ê HÊZA XWE YA RÊXISTINKIRÎ MEZIN BIKIN' 
 
Gulmez herî dawî wiha got:"Ev êriş li dijî jinên dev ji Peymana Stenbolê bernadin û li dijî jinên teslîmî îradeya mêr nabin hatine kirin. Ev êriş li dijî jinên ji qirkirina jinê re dengê xwe derdixin hatine kirin. Em li vir wekî TJA'yê bangê li hemû jinan dikin. Em bi piştevaniya jinê û hêza jinê li dijî îktidara mêr bi hev re têbikoşin. Em dîsa dibêjin em li dijî zextan gavê paş de navêjin. Em ê serî li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê netewînin. Em ê li dijî êrişên li ser îradeya me tên kirin bi mezinkirina rêxistinkirinê bibin bersiv."