Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 15:50 18 Cotmeh 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Li navçeya Toroslarê zilamê bi navê Fettah Çaglar, hevjîna xwe Hadîka Çaglar qetil kir. 
 
Fettah Çaglar (47) ê li taxa Halkent a navçeya Toroslar a Mêrsînê dijî, hevjîna xwe Hadîka Çaglar (39) qetil kir. Tîmên tenduristiyê yên bi îxbara kesên li derdorê hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Hadîka Çaglarê jiyana xwe ji dest daye. Fettah Çaglar ê kujer pişt re xwe jî kuşt. 
 
Cenazeyê Fettah û Hadîka Çaglar ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK). Polîsan têkildarî bûyerê lepirsîn da destpêkirin.