‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’

  • jin
  • 14:54 10 Çile 2022
  • |
img
AMED - Di rapora MKGP'ê têkildarî rojnamevanên jin amade kir de, hat diyarkirin ku 6 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne, doz li 13 rojnamevanên jin hat vekirin û li 12 rojnamevanên jin jî 17 sal cezayê hefsê hat birîn. 
 
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin rapora binpêkirinên mafan ên rojnamevanên jin pê re rûbirû man, li avahiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka MKGP'ê Ayşe Guney, endama platformê Roza Metîna û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû beşdarî civînê bûn. Roza Metîna bi kurdî, Ayşe Guney jî bi tirkî daxuyanî xwendin. Daneyên raporê jî Dîcle Muftuoglû aşkera kirin. 
 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin ne rojeke ku em pîroz bikin, rojeke ku em bi rêxistinbûyinê têkoşîna xwe mezin dike ye. Em 10'ê Çileyê roja ku em wekî bingeha mezinkirina têkoşîna raman û azadiya çapemeniyê dibînin bi zext, gefxwarin, girtin, sansur, astengkirin, bêkariyê pêşwazî dikin. Li welatên bi rejîma totalîter, yekperest û ji demokrasiyê dûr tên birêvebirin ev tablo tê asteke xeternak. Tirkiyeya ku çapemenî lê bûye tenê dengê îktidarê û yekperestiyê diparêze li serê van welatana cih digire. 
 
Rojnameger bi hinceta “qeyrana aborî” ji kar tên derxistin
 
Bi qeyrana aboriyê ya ku di bingeha wê de qeyrana civakî û siyasî cih digire de bi hinceta biçûkbûyina aboriyê bi sedan rojnameger ketin wî halî ku karên xwe nikaribin bikin. Hêjmara rojnamegerên bê kar gihaşt asteke mezin. Rojnameger li gelek cihên kar ji ewlehiya civakî dûr in û di bin şerdên dijwar de dixebitin. Ev rewş ji bo jinên rojnameger bi awayekî kûrtir tê jiyîn. Di serî de jin bi hinceta "qeyrana aboriyê" ji kar tên derxistin. Dîsa herî zêde jin bê ewle û bi buhayeke hîn kêm dixebitin. 
 
Çêkirina nûçeyan a rojnamegeran a di bin şerdên azad de bi temamî ji holê hatiye rakirin. Hema bêje ji sedî 90 zêdetir rojnameyên weşanê dikin, ajans, televizyon veguherîne alavên weşanê yên îktidarê. Yên li derveyî vê xetê cih digirin jî di bin zextên dijwar de mecbûr dimînin ku pîşeya xwe bikin. 
 
Herî zêde rojnamegerên jin dibin hedefa polîs û leşkeran
 
Di nava rojnamegerên dixebitin de herî zêde jî jinên rojnameger wekî hedef tên nîşandan, di bin zextê de tên girtin û tê wî halî ku nikaribin pîşeya xwe bikin. Li gor daneyên di rapora me de cih digirin jî herî zêde rojnamegerên jin li cihê kar, li kûçeyan, dema nûçeyan çêdikin dibin hedefa leşker û polîsan. Her wiha zext û tundî li wan tên kirin. Di salekê de gelek hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de lêdan xwarin. Gef li wan hatin xwarin, bi kelemçeyê hatin binçavkirin. Hinek jê hatin girtin û derbarê gelek kesan de jî doz hat vekirin. Tevî ewqas zext hatin kirin jî jinên rojnameger dev ji heqîqetê bernedan, ji bo rastiyê ji civakê re ragihînin nûçe li ku be reviyan wir. 
 
6 jê jin 62 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên pîşeya rojnamegeriyê hîn girtî ne
 
Li Tirkiyeya ku bi lêpirsînên tên destpêkirin û dozên tên vekirin bûye girtîgeheke servekirî gelek rojnameger mecbûr dimînin li qereqolan îmzeyê bidin, bi şerdên kontrola edlî tên berdan, biryara qedexeya derketina derve ji bo wan tê dayin. 6 jê jin 62 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên pîşeya rojnamegeriyê hîn girtî ne. Ew ê têkoşîna me di serî de ji bo rojnemgerên ji ber nûçe û fikrên xwe di girtîgehan de ne û dawiyê ji bo hemû hempîşeyên me bidome. Divê rojnameger li ser karê xwe bin ne li paşiya derabeyên girtîgehan bin. Tevî hemû tiştî li dijî zinhiyeta baviksalarî û zextxwir em ê tu carî dev ji rastiyê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundî û zextên patron, mêr, dewletê mezin bikin."
 
Binpêkirina mafên jinên rojnameger di sala 2021'ê de pê rû bi rû mane wiha ne:
 
"* 6 rojnamegerên jin girtî ne (Ayşenur Parildak, Elif Ersoy, Hatice Duman, Sibel Mustafaoglu, Tulay Canpolat, Ozlem Seyhan.)
 
* 19 rojnamegerên jin di bin çavan de ne.  
 
* 49 rojnamegerên jin dema nûçe çêdikirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 
 
* 19 rojnamegerên jin lêdan xwarin û muameleya ne baş li wan hat kirin. 
 
* Gef li 5 rojnamegerên jin hat xwarin û ajantî li 2 rojnamegeran hat ferzkirin. 
 
* Muameleya ne baş li 2 jinên di girtîgehê de hat kirin. 
 
* Derbarê 9 rojnamegerên jin de bi hinceta nûçeyên çêkirine û parvekirinên platforma dîjîtal lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
* Derbarê 13 rojnamegerên jin de doz hat vekirin. 
 
* Derbarê 12 rojnamegerên jin de ji dozên li wan hatine vekirin 17 sal, 8 meh û 11 roj cezayê girtîgehê, ji rojnamegereke jin 7 hezar û 80 TL cezayê pereyan hat birîn. 
 
* 197 carî rûniştina ku rojnamegerên jin dihatin darizandin hat dîtin. Derbarê 18 rojnamegerên jin de biryara beratê hat dayin û derbarê rojnamegereke jin de jî biryara neşopandinê hat dayin. 
 
* Bi hinceta "îhbar heye" polîsan bi ser mala 2 rojnamegerên jin de girtin û rojnameger hatin binçavkirin. 
 
* Ji bo rojnamegereke jin cezayê hepsa malê hat dayin.  
 
* 3 jinên xebatkarên çapemeniyê ji karê xwe bûn.  
 
* Qerta çapemeniyê ya rojnamegerekê hat betalkirin."