Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 17:11 10 Çile 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Li navçeya Toroslarê jina bi navê Raziye Oskay, di encama êrişê de hat qetilkirin. 
 
Li Taxa Huseyîn Okan Merzecî ya navçeya Toroslar a Mêrsînê, jina bi navê Raziye Oskan ku ji bo biçe kar ji mala xwe derket, rastî êrişa çekdarî hat. Oskay, a di êrişa dergistiyê xwe yê berê Bariş Can Ûçûk de giran birîndar bû, bi ambûlansa hat cihê bûyerê rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê. Oskay, ligel hemû hewldanên bijîjkan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Ûçûk ê piştî bûyerê hat binçavkirin, birin miduriyeta polîsan.