Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye

  • jin
  • 11:51 11 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bertek nîşanî hedefnîşandana parlementer Semra Guzel da û wiha got: “Ne fezlekeyên we ne lêpirsînên we ne jî zextên we, wê Semrayê ji têkoşînê dûr bixin.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel a ku li ser medyaya dijîtal bi êrîşa zayendîparêz re rûbirû ma û hedef hat girtin daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat got: 
 
"Rojnamegerê ku nûçe çêkir raste rast Semra Guzel hedef nîşan da. Bi talîmata qesrê re jî daraza mêr jî fezlekeyek derbarê hevala me de amade kir. Îqtîdar bi hewldana lînçê li hemberî partiya me û têkoşîna jinê êrişek pêk tîne û dixwaze îtîbara xwe ya ku binê erdê ketî rast bike. Tifaqa AKP-MHP'ê, di demên borî de jî rêhevalên me û parlamenterên me hedef nîşan dabûn lê belê carî bi ser neketin.
 
Êrişa li hemberî Semra Guzel li hemberî jin û li hemberî kurdan pêk hatiye û ev tişt tê wateya domandina polîtîkayên dijminatiyê. Ligel lîstîkên li hemberî partiya me li hemberî tevgera jinên kurd û têkoşîna jinên kurd jî lîstîk tên meşandin. Semra Guzel parlamentera gelê xwe ye û berpirsiyariya xwe pêk tîne. Semra li hemberî polîtîyakên dijminatiyê serî natewîne. Ne fezleke û ne jî lêpirsin dê li hemberî têkoşîna Semrayê bibe asteng.
 
Hûn ê nikaribin jinan bi êrîşên zayendîparêz, cudaxwaz û faşîst bitirsînin. Parlamentera me û endama Meclîsa Jinan Semra Guzel ne bi tenê ye. Weke her car, îro jî em bi parlamentera xwe re di nava piştevaniyê de bin. Banga me ji hemû jinan re ye; Li hemberî van êrîşên li ser siyaseta jinê ya HDP'ê dengê xwe bilind bikin, diyar bikin ku Semra Guzel ne bi tenê ye. Ji vir ve em bi gotina Semra dibêjin: Me heta niha rê nedaye êrîşên zayendîparêz û polîtîkayên mêtingeriyê û ji niha û pê ve jî em ê nehêlin.
 
Piştî nûçeya Ceyhun Bozkurt Semra bi lînç û êrîşan re rûbirû ma. Piştre jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Semrayê de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" fezlekeyek hat amadekirin. 
 
Parlamentera HDP'ê Semra di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku, wêne di sala 2014'an de hatiye kişandin û ya pêvajoya çareseriyê ye. Semra, da zanîn ku ev wêne ya 5 sal beriya niha ye û serwiskirina wan wêneyan tê wateya komployê, ez wan sûcdariyan qebûl nakim û ez ê serî li rêyên hiqûqê bidim."