Li Wanê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 09:37 12 Çile 2022
  • |
img
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê jina bi navê Perîşan Kûran, li mala ku lê dijiya mirî hat dîtin. 
 
Jina bi navê Perîşan Kûran a li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijiya, li mala ku lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Zarokên Kuran ên ji dibistanê vegeriyan li ser ku kesê derî venekir, alîkarî ji cîranên xwe xwestin. Cîranên wan ên bi derfetên xwe derî vekirin, li cenazeyê Kûran rast hatin. 
 
Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin. Piştî lêkolîna hat kirin cenazeyê Kûran ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê. Hat hînbûn ku Kûran zewiciye û 3 zarokên wê hene.