Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû

  • jin
  • 14:33 22 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Di doza ku Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya tê darizandin de derbarê Kaya de doznameyeke din jî hat amadekirin. Parêzeran bertek nîşanî vê rewşê da û gotin ku ev tacîza darazê ye. 
 
Danişîna dozên ku ji ber xebatên wê yên komeleyê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya hatibûn vekirin, li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de derket holê ku derbarê Kaya de doznameyeke din jî hat amadekirin. Kaya û parêzerên xwe Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş, Gozde Engîn, Gzzal Bayram Kolûman li danişînê amade bûn. Di danişînê de Kaya li dijî dozên ku lê hatine vekirin parastin kir. 
 
Kaya, di parastina xwe de diyar kir ku her sal 8'ê Adarê pîroz dikin û pirs ku "wê ji ber 8'ê Adarê hemû kesên beşdar bên darizandin?" kir. Her wiha pirsa ku bi kovara Jîneolojiyê re gelek kovarên din jî hatine desteserlirin çima tenê Kovara Jîneolojiyê weke sûc hatiye nîşandan kir û li dijî sûcdariyên li xwe derket. 
 
Piştî Kaya parêzerên wê jî parastina wê kirin û bertek nîşanî doznameya ku derbarê Kaya de hatiye amadekirin dan. Parêzeran got ku tişta hatiye kirin tacîza li darazê ye  û xwestin ku doznameya hatiye amadekirin paşve bê vegerandin. 
 
Piştî parastinan dozger xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin. Heyeta dadgehê, biryar da ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin û li benda bersiva muzakereyên hatine nivîsandin bê sekinandin û danişînê taloqî 9'ê mijdarê kir.