Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin

  • jin
  • 10:19 23 Hezîran 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê, jinan diyar kir ku cezayê di doza Pinar Gultekîn de hatiye dayîn hê bêtir hêz dide zilaman û ev tişt gotin: "Em ê li dijî tundiya zilaman torên parastina rewa ava bikin."
 
Di 21'ê tîrmeha 2020'an de jina ciwan Pinar Gultekîn li Mûglayê ji aliyê kujerê bi navê Cemal Metîn Avci ve bi awayekî hovane hat kuştin. Danîşan doza biryarê ya cînayeta Gultekîn di 20'ê hezîranê de li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûglayê hat dîtin. Heyeta dadgehê, di biryara xwe ya muebbeta giran ku li kujer Avci birî de "daxistina tehrîka nerewa" pêk anî û ceza daxist 23 salan. Heyeta dadgehê, derbarê 5 faîlên din ku piştgiriya kujer Avci kiribûn de biryara beraetê da. 
 
Jinên endamê Platforma Jinan a Mêrsînê ku li dijî biryarê daketin kolanan, diyar kirin ku biryarên didin hêz didin kujerên jinan.
 
CÎNAYETÊN POLÎTÎK 
 
Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn, diyar kir ku hemû biryarên daraz digire li dijî jinan e û ev rewş cinayetên jinan zêde dike. Serîn, bi lêv kir ku zilam ji darazê hêz digirin û wiha got: "Biryara dawî jî bandor li hemû jinan kiriye. Ev biryar li kolan, mal, karge û qampûsan jinan dike hedefa êrişan û hêz dide zilaman. Nehewekheviya zayendiya civakî careke din li ber çavan hat raxistin. Jinek tê kuştin lê ji faîl zêdetir kesa tundî li hatiye kirin sûcdar tê dîtin. Me pêvajoyeke wiha derbas kir. Ji ber vê biryarê em gelek bihêrs in. Heta ku biryar bê betalkirin Doza Pinar Gultekîn doza hemû jinan e."
 
DESTNÎŞANKIRINA PARSTINA REWA
 
Ji Kolektîfa Femînîst a Zanîngehî Gulşah Şahîn, diyar kir ku gotina "Rabûna Peymana Stenbolê baş bû" kurteya rewşa ku welat ketiyêye û wiha got: "Ev biryar nîşan da ku divê em jin li dijî vê pergalê û dewlet-zilam parastina xwe ya rewa ava bikin. Li her qada jiyana xwe em bi êrişên zilam-dewletê re rû bi rû ne. Me dît ku heke faîl ji milekî bihêz ê sermayeyê be dewlet wî çawa diparêze, fihêl dike û bi polîtîkayên bêcezahiştinê ber dide. Em di bin êrişeke micid de ne. Em qet dev ji kolanan bernedin. Li her dera ku em lê ne em ê li dijî tundiya zilam torên parastina rewa ava bikin. Çi dibe bila bibe em ê Peymana Stenbolê ji eywanên dadgehê re nehêlin."
 
CEZAYÊ MÎNA XELATÊ
 
Ji Tora Parastina Jinan Guneş Dogdû jî diyar kir ku biryarê nas nakin û ev tişt got: "Heta ku faîl cezayekî giran bigire em ê li kolanan bin. Em ê ji bo Pinar û jinên din têbikoşin. Li vir darazê bi awayekî vekirî got, 'tu dikarî bi awayekî plankirî jinekê bikujî û em cezayek mîna xelatê bidine te'. Zihniyeta baviksalar piştgiriya kujeran dike û di mijara tundî û kuştina jinan de wan teşfîq dike. Jin dev ji kolanan, mafên xwe û qorîdorên edliyeyan bernadin. Em ê li vir bin."