Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe

  • jin
  • 12:01 23 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên ku xwestin tev li danişîna Peymana Stenbolê bibin, rexmî astengkirina polisan jî li ber Şûreya Dewletê daxuyanî dan û gotin ku wê li peymanê xwedî derkevin. 
 
Beriya 4'emîn danişîna dozên ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê ku wê li Şûreya Dewletê bê dîtin, rêxistinên jinan û nûnerên jin ên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek baroyan li pêşiya Şûreya Dewletê daxuyanî dan. Polisan xwest jinan asteng bikin û wan negirtin hewşa Şûreya Dewletê. Rexmî vê astengiyê jinan li pêşiya Şûreya Dewletê li hev kom bûn û daxuyaniya xwe pêk anîn. Dema daxuyaniyê bi hinceta ku "heqaret li polisan kiriye" jineke ku navê wê nehat hînbûn ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Jinan bertek nîşanî vê provokasyona polisan da. 
 
Di daxuyaniyê de pankartê "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" û "Biryarê betal bike û peymanê bike meriyetê" hatin vekirin, wêneyên Pinar Gultekîn û dovîza "Peymana Stenbolê dide jiyîn" hatin hilgirtin û dûrişmeyên "Peymana Stenbolê dide jiyîn" , "Wê rojê bê dewran biguhere û AKP hesab bide gel" hatin berzkirin.  
 
BANGA JI BETALKIRINA BIRYARÊ KIRIN
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Baska Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka jî di nav de nûnerên gelek rêxistinên jinan di daxuyaniyê de axivîn. Jinan, destnîşan kir ku ji bo parstina jiyana xwe hatine ber Şûreya Dewletê û bertek nîşanî polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê yên li dijî jinan dan û banga betalkirina biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê kirin. 
 
Piştî daxuyaniyê jin derbarê eywana danişînê bûn.