'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'

  • jin
  • 15:43 23 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Di Doza Peymana Stenbolê de Parêzer Nûriye Yilmaz, ev tişt got: "Ne tenê parêzer, jineke mexdûra tundiyê me. Heke Peymana Stenbolê hebûna belim tundî li min nehata kirin." 
 
Li Enqerê, 4'emîn danişîna dozên ku di encama 18 serlêdanan de ji bo betalkirina biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê hatine vekirin, li 10'emîn Daîreya Şûreya Dewletê dest pê kir. Danişîn li Eywana Konferansê ya Şûreya Dewletê tê dîtin û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Baska Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka jî di nav de gelek parêzer, nûnerên rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl û sendîkayan tev li danişînê bûn. 
 
Di dozê de destpêkê danişîna Baroya Samsûnê hat dîtin. Parêzerên ku li ser navê Baroya Samsûnê axivîn, diyar kirin ku tu feydaya cemaweriyê ya vekişandina ji peymanê tuneye. Piştre li ser navê Baroya Amasrayê serokê baroyê parêzer Bahadir Tekeş axivî û binpêkirinên mafên ên jin bi bîr xist û ev tişt got: "Em jî ji bo ku bibin dengê jinan weke baro li vir in." Tekeş, daxwaz kir ku doz bê qebûlkirin. 
 
NEVÎN YILDIRIM HAT BIBÎRXISTIN
 
Dûre li ser navê Baroya Antalyayê parêzeran mafê axaftinê girtin û daxistina cezayê kujerê Pinar Gultekîn û di girtîgehê de girtina Nevîn Yildirim a zilamê ku dest dirêjî wê kiribû kuştibû bi bîr xistin. Parêzeran, qala polîtîkayên bêcezahiştinê jî kirin û destnîşan kirin ku piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê jinên mexdûrê tundiyê dema serî li qereqolan didin encam nagirin. 
 
PARÊZER YILMAZ: JINEKE MEXDÛRA TUNDIYÊ ME
 
Ji Baroya Kocaeliyê Nûriye Yilmaz jî destnîşan kir ku dibine şahidê tiştên tên serê jinên mexdûrê tundiyê ev tişt gotin: "Ez ji ji bo jinên ku dema li kuçeyê dimeşin û ji kesên li pey wan tên gumanan dikim li vir im. Weke dengê jinên ku ji aliyê kesên herî zêde ji wan bawer dikin ve tên kuştin daxwaz dikim ku ji Peymana Stenbolê neyê vekişandin. Ez ne tenê parêzer, jineke mexdûra tundiyê me. Dema ku tundî li min dihat kirin Peymana Stenbolê tunebû. Heke hebûna belim tundî li min nehata kirin. Bi biryara xwe hûn ê biryar bidin ku ez kê me. Daxwaza betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê dikim." Ji ber van gotinan kesên li eywanê ji Yilmaz re li çepikan dan.
 
Piştre serokê dadgehê 10 deqe navber da danişînê. 
 
'BETALKIRINA VEKIŞANDINA JIN PEYMANÊ WÊ JI BO JINAN BIBE HÊVÎ'
 
Pişte dozê bi danişîna Baroya Êlihê berdewam kir. Parêzeran, bal kişand ser "dosyayên întiharê ku nehatine ronîkirin" û diyar kirin ku şertên hiqûqê yên ji bo parastina mafên jinan kêm in û ji ber vê biryara ji bo belatkirina biryara vekişandina peymanê wê ji bo jinan bibe hêvî. Li ser navê Baroya Êlihê Dorşîn Şikgenç axivî û got ku rayeya betalkirinê ya Serokkomar li dijî Destûra Bingehîn û şertê parelleltiya di rayeyê de ye. 
 
Piştre Seroka Baroya Yalovayê Elîf Tûrnaci Çavûş axivî û ev tişt got: "3 roj piştî ku peyman hat rakirin 6 jin hatin kuştin. Tişta ku dibe pirsgirêk ne peyman neketine meriyetê ya peymanê ye."
 
WÊNEYÊN PINAR GULTEKÎN
 
Parêzer Gokçe Çîçek jî li ser navê Baroya Stenbolê axivî û biryara doza Pinar Gultekîn bi bîr xist û ev tişt got: "Kujer got, 'Baş e ku em ji Peymana Stenbolê derketine." Hûn neçar in ku bandora biryarên ku bidin ên li ser civakê bibînin. Heke peyaman pêk bihata wê ji bo kujerê Pinar "daxistina tehrîka nerewa" pêk nehata. Parêzerên din ên li ser navê Baroya Stenbolê axivîn jî destnîşan kirin ku bi peymanê re mafên jiyanê yên jinan hatiye parastin. 
 
Parêzer Hulya Gulbahar jî diyar kir ku beriya danişîn ji aliyê polisan ve zext li jinan hatiye kirin û hatine astengkirin û ji serokê dadgehê xwest ku bikeve nav hewldanên pêkanîna ewlehiya jinan. Gulbahar, dema ku bal kişand ser biryara nehiqûqî ya ji doza Pinar Gultekîn derket jinan dûrişm berz kirin û wêneyên Pinar Gultekîn rakirin hewa. 
 
Piştre heyeta dadgehê ji bo saetekê navber da danişînê.