'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'

  • jin
  • 09:06 24 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê, jinan diyar kir ku daraz di dozên qetilkirina jinan û tahdeyê de kiryaran wêrek dike û gotin: "Dê têkoşîna me ya ji bo azadî û mafê jiyanê bidome." 
 
Li Cemal Metîn Avci yê ku li Mûglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekînê kuştibû cezayê muebeda giran hatibû birîn, lê belê dadgehê cezayê wî kêm kiribû, daxistibû 23 salan û derbarê ferdên malbata wî yê alîkariya wî kiribûn de jî biryara beraetê dabû. Ev biryar li ser medyaya sanal bûbû cihê bertekên mezin. 
 
Bertekên li dijî vê biryarê hê jî didomin. 
 
‘DARAZ CESARETÊ DIDE KUJERAN'
 
Xwendekara zanîngehê Gîzem Alîca diyar kir ku daraza mêr hema bibêje cesaretê dide kujerên potansiyel. ALîca bertek nîşanî kêmkirina cezayê kujer Avci û biryara beraetê ya derbarê kiryarên din de û got: "Nayê qebûlkirin. Lewma em li kuçeyan, qadan û edliyeyan e. Ji bo jinan nêvengeke hîn bêewletir diafirînin. Lê em ê destûra vê yekê nedin." 
 
‘BILA PEYMANA STENBOLÊ BÊ PÊKANÎN'
 
Alîca destnîşan kir ku ger Peymana Stenbolê û qanûna jimare 62842an bê pêkanîn dê ev tişt pêk neyên û got: "Ger Peymana Stenbolê û qanûna jimare 6284 bihata pêkanîn me yê xwe ewletir hîs bikira. Ez diçim zanîngehê. Daxwaza me ew e ku li zanîngehan zanistên pêşî li ber destdirêjiyê digirin bên dayîn û di heman demê de dersên zayendiya civakî yên mecbûrî bên dayîn. Ger polîtîkayên bi vî rengî yên pêşî li ber van tiştan digirin pêk bên, dê zanîngeh ewletir bibin. Desthilat tiştekî wiha neke û bi fesxikirina Peymana Stenbolê re jî nîşan dide ku qanûnan pêk nayne." 
 
Yaren Koşaner jî anî ziman ku daraz bi biryarên xwe kiryaran wêrek dike û got: "Jin tên qetilkirin, lê daraza mêr jî piştgiriya wan dike. Mêrên cesaretê ji vê digirin, hîn bêtir jinan dikujin û hîn bêtir tahdeyê li wan dikin. Lê gava jin li hemberî wan xwe diparêzin, li gor mêran hîn bêtir tên cezakirin." 
 
Koşaner, destnîşan kir ku naxwazin bitirs bijîn û got: "Dê têkoşîna me ya ji bo azadî û mafê jiyanê bidome." 
 
Gamze Ferrara jî got: "Ez jineke 22 salî me. Dibe ku bihata serê min jî. Êdî divê her kes dengê xwe bilind bike. Ji lew re bêbertekî tahdeyê zêdetir dike. Li her derî tahde heye û tu dibêjî qey tahde li ber dilê mêran tê xweşkirin. Ev 'kêmkirina ceza' jî tiştekî tewş e. Sedem çid ibe bila bibe, divê tu mirov neyê kuştin û gava hat kuştin jî divê bi sedemên wekî 'tehrîka neheq' ceza neyên kêmkirin. Divê cezayên herî giran bên birîn ku bibin mînak. Ger cezayên giran bihatana birîn dê jin vî awayî, bi hovane neyên kuştin.