Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû

  • jin
  • 14:29 25 Hezîran 2022
  • |
img
MÛGLA - Di doza Pinar Gultekîn de hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya kujer Cemal Metîn Avci aşkera bû. Di biryarê de hat angaştkirin ku şewitandina cesedê Pinar a ji aliyê Avci ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "ji holê rakirina cesed" e. 
 
Li Mûglayê, 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê, hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya derbarê kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci ku bûbû sedema bertekan mezin ên jinan aşkera kir. Dadgehê angaşt kir ku şewitandina cesedê Pinar a ji aliyê Avci ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "ji holê rakirina cesed" e.