ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî

  • jin
  • 15:27 26 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser binpêkirina mafê jinên girtî û tundiya li girtîgehan li jinan tê kirin nayê dîtin. 
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Îzmîrê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên jinên girtî. Parazvanên mafên mirovan ên li ber Sûmerbanka berê hatin cem hev bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û pankarta "Bila girtiyên nexweş nemirin” hat vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk û malbatên girtiyên ku Nobeda Edaletê didomînin jî piştgirî dan daxuyaniyê.
 
TUNDIYA LI GIRTÎGEHAN NAYÊ DÎTIN 
 
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Cemîle Karakaya diyar kir ku têkoşîna xwişkên Mîrabal a ji bo mafên mirovan ji bo parêzvanên mafên mirovan û tevgerên jinan ên li cîhanê sembol e. Karakaya işaret bi girtîgehên ku rûyê nedîtî yên tundiya li ser jinê ne, diyar kir ku qelebalix zêde bûne, muameleya xerab û îşkence zêde bûne, mirinên bi guman ên bi navê întîxar hene, ferzkirina lêgerîna tazî jî zêde bûye.
 
Karakaya bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Li her qadên jiyanê ne tenê rojek, her roj ew edaletê daxwaz dikin. Wê têkoşîna jinan bi ser bikeve û zîhniyeta mêrane têk here.” 
 
Karakaya rewşa nexweşiya girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan parve kir. 
 
Navên girtiyên nexweş ên jin wiha ne: Esmer Ayaz, Hayriye Yagbasan, Remziye Yardimci, Aygul Kapçak, Aynur Eplî, Betul Aygun, Aynur Başaran, Bahar Erturk, Demet Şahîn, Hanse Bulut, Fîgen Şahîn, Gulser Ozbay.