'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'

  • jin
  • 09:08 27 Mijdar 2022
  • |
img
AMED-  Jinan tevî hemû astengî û zextên dewletê jî di 25'ê Mijdarê de qad tije kirin. Jinên ku bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" qad tije kirin, wiha gotin: "Em ê bi dirûşma 'jin, jiyan, azadî'yê desthilata zilamsalarî hilweşînin."
 
Jin, tevî hemû astengî û çewisandinên desthilata AKP-MHP'ê ji di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyi ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê daketin qadan û îtirazên xwe yên dijî dewleta zilamsalariyê û daxwaza ji bo azadiyê bilêv kirin. Li Amedê jî jinan wekî gelek deveran bi qedexeyên walîtiyê re rû bi rû man. Jinên ku guh li qedexe û astengiyan nekirin û daketin qadan gotin ku ji aliyê dewletê ve astengkirina 25'ê Mijdarê nîşana serketina wan e. 
 
'JI JINAN DITIRSIN’
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orakê bal kişand ser astengiyên polîsan û wiha got: “Ev pergala desthilatdar bi vî awayî nîşan dide ku bê çi qasî ji jinan ditirse. Ev astengî serketina jinê didin der. Li hemberî hemû astengiyan û barana zêde jî bi sedan jin li qadan bûn. Jinan dev ji dirûşme û stranên xwe yên kurdî bernedan. Astengî nikarin pêşiya me bigirin. Em jin dest ji tekoşîna xwe bernadin.”
 
'EM Ê AZADIYÊ BÎNIN’
 
Orakê bibîr xist ku jin bi salan e ji bo heman daxwazên xwe li qadan e û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Koka daxwazên me ya têkoşînê li dijî zîhniyeta desthilatdar û dewletê ye. Em ji bo pêşî li îstismarkirina jinê ku di malbatê û kar de tê kirin bigirin û li dijî tundiya li ser jinê bisekinin, têdikoşin. Jin li her derî rastî tundiyê tên. Di otobusê de jî jin rastî tundiyê tên. Ji bilî tundiya fizîkî, em rastî tundiya derûnî jî tên. Armanca me jî ew e ku em têkoşîna xwe ya 25’ê Mijdarê bikin têkoşîneke saloqat. Têkoşîna me nîşanî zîhniyeta desthilatdariyê dide ku jin xwedî nasname ne, hene û wê tım hebin. Ji ber ku em hebûn, em hene û em ê hebûna xwe bidomînin. Weki ku me di dîrokê de jî dît, jin şoreşan didin destpêkirin û ev yek wê bidome. Ev ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Niha jin li Îranê dest bi têkoşîna şoreşgerî kirine. Dê azadiya gelan bi tekoşina pêk bê. Jin wê bihar, azadî û aştiyê bînin."
 
'JIN DÊ DENGÊ XWE BIGÎHÎNIN HEV’
 
Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Çîlem Aydinê jî bertek nişanê qedexeyên walîtiyê da û ev tişt bilêv kirin: “Dema ku em li dijî pergala serdest a mêr û kapîtalîst dengê xwe bilind dikin, em rastî qedexeyan tên. Di jiyana asayî de her tişt didome; li hemberî kujeran barîkat nayên danîn, kiryarên ku jinên dikujin û tahdeyê li wan dkin nayên girtin, lê qedexe li jinan tê ferzkirin."
 
Aydinê bibîr xist ku li Amedê di nava hefteya borî de hemû çalakî hatine qedexekirin û wiha got: "Tevî vê qedexeyê û van astengiyan jî jî em li qadan bûn û me dengê xwe bilind kir. Ferzkirinên pergala serdest nikarin me asteng bikin. Em li dijî van êrîşan berxwedana xwe mezin dikin. Em ê berxwedana jinên li Îranêbi dengê jinên li Rojava û Tirkiyeyê bilindtir bikin û em ê li dijî hemû pergalên serdest, kapîtalîst û tundiyê bitêkoşin." 
 
'EM DOZA JIYANEKE WEKHEV DIKIN'
 
Sekretera Jinê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Amedê ya Hejmara 2’yan Songul Canê jî diyar kir ku di çalakiya îsal de bi tundiya dewletê re rû bi rû mane û wiha axivî: “Li tevahiya Tirkiyeyê bi sedan hevalên me di girtîgehê de ne û binçavkirin hê jî dewam dikin. Lê em dest ji daxwaza xwe ya ji bo bidawîbûna şer û hatina aştiyê bernadin. Wekî hemû civakê em ê gotina ‘ji şer re na’ bidomînin. 25’ê Mijdarê ne tenê ji bo me jinan e, ji bo hemû civakê rojeke girîng e. Em daxwaza jiyaneke wekhev, azad û demokratîk dikin. Em ê ji bo daxwazên xwe li qadan têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Canê der heqê çalakiyên xwe de jî ev tişt gotin: "Di çalakiyên me de qedexe û astengî hebûn, lê jin dê hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê dirûşmeya 'jin jiyan azadî'yê her berz bikin. Bi barîkatan nikarin têkoşîna me asteng bikin. Astengî me xurttir dikin. Îro jî jin li hemû qadan hebûna xwe didomînin. Em ê hem di warê siyasî de û hem jî bi gelemperî têkoşîna xwe ya li malê û kar bidomînin."
 
‘EM Ê SERDESTIYA MÊRAN HILWEŞÎNIN’
 
Endama Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Okê jî diyar kir ku wan 25’ê Mijdarê di pêvajoyeke wisa de ku mafên jinan ên bi sedan salan tên desteserkirin de pîroz kirine û wiha got: “Bi qetilkirina Jîna Emîniyê re jinan li Rojhilatê serhildan da destpêkirin. Ev serhildan bû serhildaneke civakî. Êrîşên serdestiya mêr ên li ser mafên jinan hem li Tirkiyeyê hem jî li gelek welatên cîhanê berdewam dikin û me 25’ê Mijdarê di pêvajoyeke wiha de pêşwazî kir. Yekane dirûşmeya jinan a îsal 'jin jiyan azadî' ye û 25'ê Mijdarê bi vê daxwazê hat pêşwazîkirin. Serdestiya mêr, li gelek deverên cîhanê û di 25’ê Mijdarê de êrîşî mafên jinan kir. Tevî hemû astengiyan jî jin ji bo mafê xwe yê jiyan, ked û azadiyê li ber xwe dan. Li ser van daxwazan jin daketin qadan. Guh li qedexe û barîkatên dewleta serdest a mêrî nekirin. Em jin li hemberî qedexeyên dewleta serdest a mêrî, li hemberî zîhniyeta wan serî natewînin. Me heta niha li ber xwe daye û em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Em qedexeyan nas nakin. Jin wê desthilatdariya mêrî hilweşînin.”
 
TÊKOŞÎN
 
Endama Egîtîm-Senê Dîlan Baltaşê jî wiha got: “Jin li Kurdistan, Tirkiye û hemû cihanê li qadan bûn. Em di her warê  jiyanê de di nava têkoşînê de ne. Bi taybetî jî em jinên kurd em yek ji pêkhateyên herî girîng ên vê têkoşînê ne. Jin di 25’ê Mijdarê de dîsa rastî şîdetê hatin, lê jinan qadên xwe neterikandin û dê neterikînin jî. Em ê her tim di nava vê têkoşînê de bin. 25 ê Mijdarê ji bo me ne rojek tenê ye. Divê em hem di xebatên xwe yên ferdî û hem jî di nava xebatên xwe yên rêxistinî de ji bo vê bitêkoşin. Lewma rêxistinbûnî pir girîng e. Em her tim bi vê rêxistinbûnê li qadan bin.”
 
MA / Mehmet Guleş - Eylem Akdag