Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn

  • jin
  • 19:30 27 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzer Elîf Taşdogen ku di panela 25’ê Mijdarê ya Komeleya Lêkolînên Kurd de axivî, bi lêv kir ku divê li dijî polîtîkaya dewletê ya “jina maqûl” têkoşîn bê dayîn. 
 
 Komeleya Lêkolînên Kurd di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) panela bi navê “Xweparastin” li dar xist. Panele ku moderatoriya wê Jiyan Ay kir, psîkolog Munevver Aslan û ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Elîf Taşdogen weke axivîner tev li bûn. Di panela ku gelek kes tev li bûn de serenavên “Di çavên dewletê de jin” û “Mekanîzmaya Xweparastinê” hatin nîqaşkirin. 
 
NAGÎHAN Û JÎNA
 
Moderator, Jiyan Ay da zanîn ku tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û êriş weke “pirsgirêka pergalê” bi nav kir. Ay, destnîşan kir ku endama Navenda Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî  ji aliyê heman pergalan ve hatin qetilkirin.  
 
CUREYÊN TUNDIYÊ  
 
Psîkolog Munevver Aslan jî di axaftina xwe de qala girîngiya xweparastinê kir. Aslan, diyar kir ku ji bo xweparastin were fêmkirin divê ewilî têgeha tundiyê were fêmkirin û anî ziman ku gelek aliyên xwe parastinê yên weke tundî, psikolojik, fîzîkî, bidevkî, aborî û hwd. hene. Aslan qala bandora tundiya li ser jinan kir û  bi lêv kir ku tundiya aborî jî li jinan gelek tê kirin. Aslan, diyar kir ku divê jin di ferqa cureyên tundiyê yên li wan tên kirin de bin û wiha got: “Jina ku di ferqa van hemûyan de be, dibe jina bihêz.” Aslan di berdewamiya axaftina xwe de cureyên tundiyê yên aborî, sosyolojik û fîzîkî wergirtin dest. 
 
JINA ‘MAQÛL’
 
Parêzer Elîf Taşdogen jî qala ku jin di çavên dewletê de çawa ne kir. Taşdogen, bal kişand ku dewlet jinên nasnameya xwe nas nakin, li mala xwe rûdinin û ji sînorên hatine diyarkirin dernekeve weke “jina maqûl” penase dike û anî ziman ku ji bo “jina maqûl” bê afirandin zexteke zêde tê kirin.  
 
Taşdogen, qala girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkaya “jina maqûl” kir û wiha got: “Jin bi van polîtîkayên kûr re ji xwe naskirinê dûr dikevin. Di heman demê de ji xwe bawer jî nabin û dest jê berdidin.” Taşdogen, qala sedemên polîtîkayên zextê yên li dijî jinan ên li Tirkiyeyê kir û wiha berdewam kir: “Jinên ku li mala xwe rûne û li zarokên xwe binêrin û ji mutbexa xwe dernekeve dixwazin. Ji ber ku dizanin hişyarbûna jinan, derketina wan a ji sînorên hatine diyarkirin wê gelek tiştan ava bikin û pergala wan hilweşînin.”
 
ŞOREŞA ROJAVA 
 
Taşdogen, diyar kir ku piştî li Kurdistanê qeyûm tayînî şaredariyan hatin dîsa jin hatin hedef girtin û wiha pê de çû: “Dema qeyûm hatin hemû destkeftiyên jinan ji holê rakirin. Atolyeyên jinan, komeleyên jinan, cihên xebatê, avaniyên siyasî û gelek cihên din girtin.” 
 
Taşdogen, qala rola jinên ku di berxwedana Şoreşa Rojava û li bajarên Rojhilat de cih digirin kir. Taşdogen, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê li dijî pergala dewlet-mêr jin têbikoşin. 
 
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.