116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • jin
  • 11:36 28 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - 116 jinên di 25’ê Mijdarê de li Rihtima Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin û Meclisên Jinan, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de li Kadikoy a Stenbolê hatin ba hev û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsên ku biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê weke hincet nîşan dayîn, jin dorpêç kirin û ketin û derketina qadê astengkirin. 
 
Gelek jinên ku digotin ew biryara qedexeyê nas nakin, bi dirûşma “Ne ji bo jinan lê ji bo kujeran barîkatan deynin” ketin qadê. Jinan, pankarta “Em ê bi têkoşîna xwe cîhaneke bêtundî û bêkedwarî bi dest bixin” vekirin û rastî êrişa polîsan hatin. Di encama êrişê de 116 jin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Jinên ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, piştî kar û barên îfadegirtinê jî hatin berdan.