Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin

  • jin
  • 14:03 17 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ji îraniyan re nameyek şand û wiha bal kişand ser tiştên bi serê jin û zilamên li ber xwe didin tên anîn: “Bêdengiya li dijî vê zilmê, tê wateya erêkirina sûcên rejîmê.” 

 
Girtiya siyasî û çalakvana mafên jinan Zeyneb Celaliyan ku cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Yezdê nameyek şand. Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de diyar kir ku tevî bijîjkan teşxîs kirine ku divê were dermankirin û emeliyat bibe jî lê ew bi tu awayî nikare derman bibe. Zeyneb Celaliyan da zanîn ku rayedarên girtîgehê dosyaya wê şandine tiba edlî, ji wê derê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hatiye derxistin û bi gotinên Che Guevara; “Xwestin me binax bikin lê em tov bûn û şîn bûn” bal kişand ser berxwedana di riya azadiyê de û bang kir ku piştgirî ji her derê cîhanê ji girtiyan re were dayîn.
 
Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:
 
“Silav û rêz. Muxalefeta li dijî vê rejîmê, tê wateya ku mirov jiyana xwe û hezkiriyên xwe bixe xeterê. Dema ku fam dikin tu muxalifî dozê li te vedikin, sûcên mezin dixin stuyê te û hewl didin te ji holê rakin. Lê dema ku nagihîjin armancên xwe, bi salan me di zindanan de bi saxî binax dikin, bi îşkenceyên fizîkî, ruhî, gotinên xirab, cudakarî, bi qedexeya telefon û hevdîtina bi salan, bi girtina hezkiriyên me û zextên giran hewl didin me bêdeng bikin. Bi xwezayî taybetmendiya herî girîng a têkoşerek berxwedane. Ji bo armanca xwe moralê xwe diparêze, hewl dide bihêztir be û wisa bidomîne.
 
Di civakeke bi desthilatdariya mêr de, jinan her dem êşên mezin kişandine, lê jinên di girtîgehan de êşên pir giran dikşînin lewre girtin bi serê xwe di ruhê wan de birînek vedike. Dûrbûna ji zarok, hevjîn, dayik û bav û bêparbûna ji azadiya xwe, parçeyek ji vê êşê ye. Di girtîgehê de mirov şahidî ji gelek êşan û zilmê re dike. Bi taybetî ziilma ku li kesên din ên di girtîgehê de tê kirin. Dema ku mirov ji bo pêşîgirtina li vê zilmê tiştek neke, birînên kûrtir di dilê mirov de çêdibin. Ev bêçaretiye min xemgîn dike, rondikan ji çavên min dibarîne, êşa min mezintir dike; tu tişt ji dest min nayê.
 
TEDAWÎ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Dema ku mirov bîst salan di girtîgehê de bimîne, neçar bimîne bi gelek kesan re li heman cihê rabe û razê, dibe sedema nexweşiyên çerm, enfeksiyon, nexweşiyên ruhî û derûnî. Ya herî xirab jî xwarina xirabe, ev yek dibe sedema gelek nexweşiyên fizîkî. Bi taybetî dema ku mirov girtiyek siyasî be, zêdetir tê astengkirin. Ya herî girîng jî astengkirina ji bo dermankirinê ye. Tevî ku bijîjk dibêjin pêdivî bi dermankirinê heye jî tu tişt nayê kirin.
 
NEXWEŞIYÊN MIN PIR PÊŞ KETINE 
 
Mixabin ji ber ku bi salan ji xizmetên derman û dermankirinê bêpar mam, nexweşiya min pir bi pêş ketiye. Derman êdî bandor nakin û niha jî bijîjk dibêje divê emeliyat bibim.
 
Tevî ku bi salane bijîjk dibêjin divê ji ber nexweşiyê ji girtîgehê derbikevim û emeliyat bibim jî; rayedarên girtîgehê rapora min şandin tiba edlî. Piştî bendewariya bi mehan, tiba edlî bersiva ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Tevî hemû êş, zorî û nexweşiyan jî ez bextewar im; lewre dizanim ku ji bo azadiyê tehemûlê van hemû zoriyan dikim. Ev jî nîşan dide ku ez li cihekî rast ê dîrokê disekinim.
 
‘XWESTIN ME BI SAXÎ BINAX BIKIN LÊM EM TOV BÛN, ŞÎN BÛN’ 
 
Belê min got ev rejîm me bi saxî binax kir; lê wekî ku Che Guevara dibêje; ‘Xwestin me bi saxî binax bikin lê em tov bûn, şîn bûn.’ Ez ji hemû jin û mêrên li cîhanê yên azadîxwaz dixwazim, vê êş û zilma ku ji bo mirovan rewa tê dîtin, bêdeng û helwest nemînin. Jin û mêrên têkoşer ên li Îranê di Girtîgeha Evînê de diman, niha di mercên pir xirabtir de dimînin. Cihekî ku serê xwe daynin tune ye; cih li gorî hejmara wan pir tenge û mercên paqijî û xwarinê pir xirabin. Ji ber vê yekê bêdengiya li dijî zulma Komara Îslamê ya Îranê ya li ser xwişk û birayên me yên têkoşer, tê wateya pejirandina sûcên rejîmê.
 
EM BI HEV RE BIBÊJIN ‘JI DARVEKIRINÊ RE NA’ 
 
Divê em hemû bi hev re bibêjin: ‘Ji darvekirinê re na’, ‘Ji girtinan re na’, ‘Ji cudakariya zayendî re na’, ‘Ji cudakariya nijadî re na’, ‘Ji cudakariya bawerî û olî re na’ û ‘Ji rejîma sûcdar re na’.”