ÎDIR - Bajarê Îdirê ku bi rewşa xwe ya kozmopolît tê nasîn, duh bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Jinên tev li pîrozbahiyê bûn, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin: “Tekane daxwaza me, azadiya Abdullah Ocalan e.”
Îdir, yek ji bajarên sînor ên bakurê Kurdistanê ye. Bajarekî pirnasnameyî ye ku gelên Azerî, Terekeme, Tirk û Kurd bi sedsalan e bi hev re lê dijîn. Li vî bajarî, ku ziman, çand û ezmûnên jiyanê yên cuda lê dikevin nav hev, me ji jinên ku li qada pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, pirsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.
'JI BO YEKITIYA GELAN LI VIR IM'
Kudret Çakmasê, diyar kir ku ew ji bo yekitiya gelan li qada Newrozê ye û got: “Em Kurd divê ku bibin yek. Hê niha jî dema ku em diçin nexweşxanê em nikarin bi zimanê xwe derdê xwe bibêjîn. Dixwazim derdê xwe bi zimanê xwe vebêjim. Baweriya me bi Abdullah Ocalan tê. Em Kurd in em çawa baweriya xwe bi Abdullah Ocalan neyînin? Dewlet çi bike jî em Kurd in. Tişteke ku ji Kurdan mezintir nîne. Li vir em hemû gel bi hevre dijîn. Em bi hevre tên û bi hevre diçin. Em dixwazin ku ev pêvajoye baş derbas bibe. Daxwaz û hêviyên me ji vê pêvajoyê heye. Ji bo vê jî banga me ji gelê Kurd heye ku bibin tifaq, bila xayîntiyê li hev nekin. Em îro ji bo azadiyê, xwişk û biratiya gelan li vir in.”
'EM JI BO AŞTIYÊ LI VIR IN'
Ayşe Varliyê jî xweset kesek li hemberî zilmê bêdeng nemîne û ew ji bo aştiyê di pîrozbahiya Newrozê de ye. Ayşe Varliyê wiha domand: “Em ji bo azadiya xwe, ji bo aştiyê li vir in. Em tiştekî din naxwazin. Xwişk û birayên me li wir dimirin, em li vir nan dixwin. Ez bang li hemû cîhanê dikim; li kêleka xwişk û birayên xwe bisekinin. Ew xwişk û birayên me dikujin û em bêdeng in. Werin em bêdeng nebin, werin serî hil bidin. Em erdên xwe nadin tu kesî. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin girtiyên di girtîgehan de serbest werin berdan, em dixwazin mîna xwişk û bira bijîn. Em dixwazin zarokên me aştiyê bibînin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Ev erd ê me hemûyan e. Xwîna hemû bav û kalên me li ser vê axê hatiye rijandin."
'EM Ê BISERKEVIN Û DÊ RÊBERÊ ME AZAD BIBE'
Ji jinan Ayşe Bagisê jî da zanîn ku ew bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pîrozbahiya Newrozê û got: "Em ji bo azadiya xwe li vir in. Em dixwazin serokê me azad bibe. Em dixwazin ku ev Newroze bibe Newroza azadiyê, Newroza şahiyê. Em ê bi serbikevin û dê serokê me jî azad bibe. Em ê her tim Newrozên xwe pîroz bikin. Em ê her tim bi serokê xwe re bin. Serokê me pêvajoyek daye destpêkirin. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Jin îro li deşt û çiya bi vê pêvajoyê re ne. Em ê biserbikevin."
'TEKAN DAXWAZA ME AZADIYA ABDULLAH OCALAN E'
Hayal Çikmazê jî got ku tekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Ev Newroz Newroza me ye. Em bi bawerin ku em ê bi ser bikevîn. Em li vir azadiya serokê xwe daxwaz dikin. Em hêvî dikin ku dê aştî çêbibe. Em spasiyên xwe ji Abdullah Ocalan re dikin, ji wî bawerin û dizanin ku dê bi serbikeve. Heke ku Abdullah Ocalan bê berdan dê her tiştek çareser bibe. Ji ber wê tenê daxwaziya me azadiya wî ye."
Miskap Anuş a ku bi cil û bergên xwe yên herêmî li qada Newrozê de cihê xwe girtî jî got: "Ez ji bo aştiyê li vir im. Em bi hêvîdar in ku ev pêvajoye dê biserbikeve. Banga min ji gele Kurd re ew e ku di vê pêvajoyê de tifaqiya xwe çêbikin."
MA / Zeyneb Durgut