Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan 2021-06-12 14:51:06   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 481’emîn de hat xwestin ku girtiyê nexweş Alî Osman Kose were berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 481’emîn de bi rêya online li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Alî Osman Kose yê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F dimîne. Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn diyar kir ku Osman Kose yê 64 salî 37 sal in girtî ye û nexweşîna penceşêra gurcikan û gelek nexweşînên din pê re hene û ew nikare li xwe binêre.   Acettîn got Kose di meha sibata 2021’an de jî bi şewba Kovîd-19’ê ketiye. Acettîn destnîşan kir ku tevî ewqas nexweşînên wî giran jî Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di hefsê de bimîne” daye û ev bûye sedemê wê yekê mafê wî yê jiyanê hin bêtir ketiye xetereyê. Acettîn da zanîn ku Kose di 31’ê gulanê de ji gurcika xwe emeliyatek giran derbas kiriye û tevî vê yekê jî bi renzê vê hatiye kelemçekirin û di 8’ê hezîranê de wî ji nexweşxaneyê derxistine û şandine girtîgehê. Acettîn xwest Kose û tevahiya girtiyên nexweş werin berdan.