ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-21 09:00:11 * Hevşaredarê Geverê Îrfan Sarik ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, anî ziman ku ji ber xebatên qeyûman ên bi navê "Gevera Nû" ku pê propagandaya xwe dikin, kuçe bûne pazil û vê rewşê wekî "terora qeyûm" wesifand.  * Yûsûf Bor ku li girtîgehê ji ber binpêkirina mafê wî yê dermankirinê her du çavên wî jî kor bûn, giliyê Wezareta Dadê kiribû. Wezareta Dadê xwe bi vî awayî parast: "Dûrî rastiyê û muhtacî îspatkirinê ye."    * Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryenê, ji bo zarokên bala wan li ser muzîkê dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî jî kir.    * Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Îzmîrê Şukran Ozturk, çavdêriyên xwe yên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê parve kirin û anî ziman ku sergardiyan daxwaznameyên girtiyan radestî îdareyê nakin.    * Qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman û midûrê Şîrketa Kentê Yûnûs Emre Akça ku Yaman jê re digot "biraziyê min" jî di nav de derbarê 9 kesan de ji ber nelirêtiya di 6 îhaleyan de lêpirsîn hat destpêkirin. Yekûna pereyî ya îhaleyyan nêzî 15 milyon TL ye.    * Aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren diyar kir ku êdî tecrîdê, qirkirina jinê û nîjadperestiya li ser kurdan tamûl nakin û got: "Em ji bo azadiya xwe ji malê dertên. Lewma em dibêjin 'Niha dem dema jinê ye." Uren, ji bo mîtînga 16'ê Cotmehê bang li jinan kir.    * Li seranserê Iraqê û li Herêma Kurdistana Federe xwekuştin, qetilkirin û tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, têkîldarî polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin û zêdebûna xwekuştin, tundî û qetilkirina jinan a li herêmê got: "Ji ber tundiyê tenê di mehekê de hezar û 42 serlêdanên ji bo gilîkirinê ji me re hatin. Jinên tên kuştin jî li goristanên bêkesan tên veşartin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 197'emîn de were şopandin.    * Rûniştina 4'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê di roja 2'yemîn de berdewam bike. (10.00-17.00)   * Rûniştina doza KCK'ê ya ku Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav de 36 siyasetmedar jê tên darizandin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * Rûniştina doza derbarê polîs Î.A. yê ku maşîneya zirxî li navçeya Rezana Amedê Efe Tektekîn ê 5 salî qelibandibû û ew kuştibû wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00.17.00)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê rapora binpêkirina mafan a 4 mehên dawî li avahiya xwe eşkere bike. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û malbat û parêzerên penaberên ku avêtibûn Çemê Merîça li Edîrneyê û hêj winda ne wê li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Danişîna 3'yemîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglû wê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (13:30)