ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN 2021-12-06 09:00:26 * Nûnerê HDP'ê yê HerêmaKurdistanê Hîkmet Hatîp, diyar kir ku PDK bi daxwaza Tirkiyeyê endamên wan dersînor dike û ev tişt got: " PDK dibêje ew kurd û Kurdistanî ne, lê ev tenê di gotinê de ye. Di pratîkê de hewl dide ku herkesê ku kurd û Kurdistanî difikire ji başûr derbixe û Kurdistanê bê kurd bihêle."  * Dayika girtiyê nexweş Lutfî Akay ku bi gurçikekî dijî û rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe got ku bila êdî ji girtîgehan de cenazeyên zarokên wan neyên.   * Xelkê Rihayê ku AKP'ê ji krîza aborî berpirsyar dibîne, diyar kirin ku çareserî vegera demokrasiyê ye.    * Aşê kevintirîn ê li Hozatê ku şahidiya komkujî û berxwedanê kiriye, tevî bêxweyîtiyê jî hê li ser piyan e.   * Endamê Yekitiya ji bo Demokrasiyê Mûrat Buyukkarabacak, xwest ku hêzên demokrasiyê parçebûna nav xwe bi dawî bikin û bên gelhev.   * Girtiyê nexweş Azîz Tûfan ku ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê timik wî dibin nexweşxaneyê, bi hinceta bergiriyên pandemiya koronayê 73 roj in di qarantînayê de tê girtin.    * Hevseroka giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî kêmkirina cezayê (ji ber halê baş) Mûsa Orhan got: "Heke sûcdar unîforma li xwe kiribe û nîşana 'gur' dike, li her derê tê parastin."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 273'an de didome.    * Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya wê li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Wê 7'emîn danişîna Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Pêşengeha bi navê "Dengê Azadiyê" ku mijara wê şayesandina azadiyê ya girtiyan e dê li avahiya xizmetê ya Baroya Rihayê bê pêşandan. (11.00)   * Hevdîtinên li ser Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2022'an wê li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê bikin. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandina li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 21'emîn de bidome. (13.00-16.00)   * Li Şirnexê, danişîna doza ku ji ber îstismarkirina zêdetirî 40 xwendekarî li alîkarê midurê dibistanekê Bûrak Ercan hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê bê dîtin. (14.00-16.00)