Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne 2022-01-19 14:06:08 ŞIRNEX - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, li dijî pêkanînên kefî yên rêveberiya girtîgehê 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanêyê, girtiyên bi navê Îlhan Reşît û Hamza Arzuman ku di sala 2015’an de, dema qedexeyên derketina derve, li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê wan hatiye birîn,  bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan, da zanîn ku li dijî pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.    6 ROJIN GREVA BÎRÇÎBÛNÊ DE NE   Îlhan Reşît, ji malbata xwe ragihand ku gardiyanan hemû amûrên wan desteser kirine û ji bo şermezarkirina vê yekê wan jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev agahî dane: "Gardiyanan bi ser qawişa me de girtin û radyo, makineyên traş û gelek tiştên din desteser kirin û me avêtin hucreyê. Me jî ev qebûl nekir û ketin greva birçîbûnê. 6 roj in em di greva birçîbûnê de ne."   BANGAWAZIYA HESTIYARİYÊ   Reşît, banga hestiyariyê kir û xwest ku saziyên mafên mirovan serdana wan bikin û têkildarî mijarê lêkolîn bidine destpêkirin.