Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin 2022-06-30 15:28:17   STENBOL - Dayikên Şemiyê têkildarî astengî û îşkenceya polîsan ku di hefteya 900’emîn de li dijî çalakiya wan kiribû de, gilî kirin. Dayikan gotin ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza eşkerekirina aqûbeta windayan û darizandina kujeran xwestin di hefteya 900’emîn de li Qada Galatasaraya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Polîsan dor li wan girt û di encama êrişê de parêzvanên mafê mirovan û Mirovên Şemiyê binçav kiribûn. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çûn Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û giliyê tundiya polîsan kirin. Dayikên Şemiyê piştî gilîkirinê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.    Dayikan di daxuyaniyê de pankarta “Em ê dest ji azadiya kombûnê ya di qanûna bingehîn de mîsoger e û Qada Galatasarayê bernedin” vekirin.    MAFÊ KOMBÛNA AŞTIYANE ASTENG KIRIN    Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku wan giliyê astengî û tundiya polîsan ku di hefteya 900’emîn de li dijî wan bikar aniye kirine. Yolerî anî ziman ku tevî peymanên hiqûqî û qanûnî yên netewî û navnetewî jî mafê wan kombûna aştiyane û azadiya derbirînê hatiye astengkirin. Yolerî da zanîn ku wan di daxwaznameyên xwe gilîkirinê de dozgeran vexwendine ku wezîfeya xwe bikin û derbarê sûcên li dijî wan hatine kirin lêpirsîn bidin destpêkirin.    ‘EM Ê DEST JI QADÊ BERNEDIN’    Mirova Şemiyê Masîde Ocaka jî diyar kir ku ew ji sala 1995’an li Qada Galatasarayê û têkoşîna xwe ya edalet û heqîqetê didomînin û bi daxwaza ku winda bên dîtin û kujer bên darizandin edaletê daxwaz kirin. Ocak destnîşan kir ku daxwazên wan mafê wan herî rewa ye û ev di qanûna bingehîn de hatiye mîsogerkirin û ew ê her heqîqet û edaletê daxwaz bikin û heta winda gişt bên dîtin dê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.    EDALET Û PÊŞVEÇÛNÊ NEDÎTINE    Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî bertek nîşanî binçavkirina Mirovên Şemiyê ku polîsan tundî li wan kir da û ji xwe re dibêjin Partiya Edalet û Pêşveçûnê lê tu edalet ji wan nedîtine.    DARBEKAR TÊN PARASTIN    Ji Mirovên Şemiyê Mîkaîl Kirbayir jî anî ziman ku kekê wî Cemîl Kirbayir ji aliyê darbekaran ve hatiye windakirin û li şûna ev îktidar darbekaran bidarizîne, lê wan diparêze. Kirbayir da zanîn ku li darbekaran Dayik û Mirovên Şemiyê ku daxwaza edaletê dikin tên binçavkirin.    ‘ÇALAKIYA AŞTIYANE LI ZORA SOYLÛ ÇÛ’    Mirovê Şemiyê Îrfan Bîlgîn jî wiha got: “24 sal em li wê qadê bi awayek aştiyane rûniştin û me çalakî li dar xistin. Çalakiya me ya aştiyane li zora Suleyman Soylu çû. Niha li wê qadê polîs bi çeken xwe sekinîne. Gelo dîmenek pir xweşik e? Em ê heta dawiyê daxwazên xwe biparêzin.”